Parlamenterê YNK'ê Mehmûd: Bi dengê NA, em pêşî lê bigirin
Ji Parlamenterên YNK'ê Salar Mehmûd, ji bo astengkirina dewleta Tirk ku dijminatiya li Kurdan ji xwe re kiriye hinceta hebûnê, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê NA bide.
Ji Parlamenterên YNK'ê Salar Mehmûd, ji bo astengkirina dewleta Tirk ku dijminatiya li Kurdan ji xwe re kiriye hinceta hebûnê, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku dengê NA bide.
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd diyar kir, dewleta Tirk bi vê guhertina destûra bingehîn re dixwaze tasfiyeya li ser bingeha mirin, hilweşandin û talanê li Bakurê Kurdistanê bimeşîne û got, "Em heta dawiyê piştgiriyê didin tercîha NA ya HDP'ê. Divê ev yek biryara hemû Kurdistaniyan be. Her kesê mafê xwe yê deng heye, lazim e biçe ser sindoqan û dengê 'NA' bide. Bi vî rengî pêşî li çerxa zilmê were girtin."
Parlamentere YNK'ê Salar Mehmûd ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku Erdogan dixwaze hilweşandin û rejîma dîktatoriyê li Bakurê Kurdistanê girantir bike.
DEMOKRASÎ JI XWE HATIYE BETALKIRIN
Mehmûd diyar kir, dewleta Tirk demeke dirêj e ku demokrasî betal kiriye û ji ber vê yekê ji cîhanê îzole bûye. Mahmûd destnîşan kir, ku bi rakirina sîstema parlamenteriyê re hewl dide li sûltaniyê vegere. Parlamenter Salar Mehmûd ragihand, tevî aliyên siyasî û aborî, dewleta Tirk ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve jî dişikê, bi tenê dimîne û got, ti perspektîfa vê zîhniyetê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne.
ÇARESERIYA LI SER BINGEHA MECLÎSÊ HATE ASTENGKIRIN
Parlamenterê YNK'ê da zanîn, ku Kurd û beşên din ên civakê, bi esasgirtina çareseriya aştiyane û demokratîk hewl dan vîna xwe bigihînin meclîsê, li wê derê çareseriyê bafirînin û destnîşan kir, dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê derfet neda vê yekê.
SIYASETA XWE YA DERVE JÎ LI SER BINGEHA DIJMINATIYA LI KURDAN E
Salar Mehmûd got, "Tevî ku vîna wan qebûl nekir, nûnerên rewa yên hatine hilbijartin jî girt û xist zindanan" û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi qasî li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî li ser bingeha dijminatiya li Kurdan siyasetê dimeşîne. Bala xwe bidinê, li Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê li dijî mafên herî xwezayî yên gelê Kurd hêza xwe seferber kiriye. Li van her du parçeyên Kurdistanê, hêzêke dagirker e. Dİ heman demê de li bajarên Bakurê Kurdistanê jî şewitand, xera kir û her kes xiste zindanê."
'DIXWAZE TASFIYE BIKE
Wekîlê YNK'ê Salar Mehmûd anî ziman, ew dixwazin li Tirkiyeyê azadî û demokrasî bi pêş bikevin, lê belê dewleta Tirk bi vê guhertina destûra bingehîn re dixwaze tasfiyeya li ser bingeha mirin, hilweşandin û talanê li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Mehmûd diyar kir, li şûna vê yekê, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê rast e û got, "Lê belê dewleta Tirk bi vê referandûmê re demokrasiyê bi temamî betal dike û hewl dide sîstemeke dîktatoriyê mayînde bike. Em li dijî vê disekinin."
YNK BI HDP Û BAKUR RE YE
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd diyar kir, weke YNK'ê ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê re ye û bang li hemû Kurdan kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de bi dayîna dengê 'NA' pêşî li dîktatoriya Erdogan bigirin. Mehmûd herî dawî got, "Em heta dawiyê piştgiriyê didin biryara pêkhateyên KCD û HDK'ê ya ji bo dayîna dengê NA. Ancax bi vî rengî hevserok, parlamenter, hevşaredar û kadroyên hatine girtin azad bibin û pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd vebe. Em bang li hemû Kurdistaniyan û alîgirên demokrasiyê dikin, ku li dora dengê 'NA' bigihêjin hev."