Parlamenterê HDP’ê Pîr hat berdan
Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr ê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr ê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ku li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê beşdarî rûniştina doza parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan bûbû, piştî bidawîbûna rûniştina dozê li ber avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.
Beriya biryara dozgeriyê bê dayîn Pîr axivî û got: "Heta niha tiştek teblîxî min nehatiye kirin. Her hal dozgerê ku min li edliyeyê dîtiye û gotiye, 'hey li vir e, ez hema biryarê amade bikim.’” Pîr destnîşan kir ku, jixwe Enqere biryarê dide û wiha dewam kir: "Biryara tê dayîn tenê li vir tê sepandin. Sekna me zelal e. Em ê parêziya xwe ya siyasî bikin. Pirsgirêka me ne bi şexsê dozger û dadger re ye."
Pîr di nezareta polîsan de xistin avahiya edliyeyê û demekê li odeya Baroya Amedê hat rawestandin, dûvre şandin dozgeriyê.
Piştî îfadedayînê, hat berdan.