Parlamenteran piştgiriyeke xurt dan yekîtiya neteweyî

Parlamenterên Tevgera Goran û Yekgirtû gotin, ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin xebatên ji bo yekîtiya neteweyî.

Piştgiriya ji bo karê avakirina platforma hevpar a li ser yekîtiya neteweyî, zêde dibe. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku di 12'ê Hezîranê de bi civîneke çapemeniyê ya li Silêmanî dest bi karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd kir, bi vê armancê serdana bi dehan hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Li dû van danûstandinan biryar da ku di 15-16'ê Tîrmehê de platforma hevpar ava bike.

Parlamentera Tevgera Goran Perwa Elî li ser vî karê KNK'ê axivî û got, "Em gelekî pê kêfxweş in ku karekî bi vî rengî yê ji bo kongre û yekîtiya neteweyî ya Kurdan tê kirin. Tê plankirin ku zêdeyî 300 kes tevlî vê platforma hevpar bibin. Bi baweriya min, wê sînerjiyeke xurt ji vir derkeve. Tê payin, ji çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûneke xurt pêk were."

'EM Ê KARIBIN BI HEV RE BAXIVIN'

Elî diyar kir, ji bo hêzên siyasî yên Kurd nêzî hev bibin û li ser pirsgirêkên xwe baxivin, ev platform wê zemînek be û wiha dewam kir: "Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêk hene. Êdî dem hatiye ku em li ser pirsgirêkên xwe baxivin. Ev yek platformeke nîqaşê ye. Li vê platforma azad, em ê karibin bi hev re li ser pirsgirêkên xwe baxivin û her kes karibe nêrîna xwe bi awayekî azad bîne ziman."

ELÎ: EM Ê CIHÊ XWE DI NAVA VÎ KARÎ DE BIGIRIN

Elî diyar kir, Tevgera Goran wê bi her awayî piştgiriyê bide karê ji bo yekîtiya neteweyî û got, "Em vî karê ku wê pirsgirêkên berê yên gelê Kurd lê bên nirxandin weke Tevgera Goran erênî dibînin. Em ê cihê xwe di nava vê platformê de bigirin. Hêvîdar im wê partiyên din ên siyasî jî bi erênî nêzî vê bibin û em ê karekî ku xizmetê ji gelê me re dike bikin."

CEWDET: EM AMADE NE JI PIŞTGIRIYÊ RE

Parlamenterê Partiya Yekgirtû Îslamî Şêrko Cewdet jî diyar kir, ku partiya wan amade ye piştgiriyê bide vî karî û got, "KNK, di encama karê xwe yê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd de plan dike ku di nava vê mehê de platformekê pêk bîne. Em amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin vê platforma ku wê pirsgirêkên li çar parçeyên Kurdistanê lê werin nirxandin. Em li pişt her gaveke ji bo Kurdistanê were avêtin e. Ji bo me cihê rûmet û serbilindiyê ye ku destekê bidin her karekî xizmetê ji gelê me re dike."