Parlamentera HDP'ê Başaran hate berdan -NÛ BÛ

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin. Başaran piştî ku birin edliyeyê, ji bo bi rengekî negirtî were darizandin, hate berdan.

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, ji bo biçe Enqereyê çû balafirgeha Êlihê, lê belê li vê derê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Der barê Başaran de ji ber axaftina wê ya li daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ser Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê" doz hatibû vekirin û bi hiceta ku tevlî rûniştina 19'ê Tîrmehê nebûye, 2. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê têkildarî wê biryara girtinê dabû.

Başaran, piştî ku birin edliyeyê ji bo bi rengekî negirtî were darizandin hate berdan.

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Saadet Becerîklî jî pêr hatibû binçavkirin û hatibû berdan.