Parlamena Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir

Di civîna îro ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin. Seroka parlamentoyê Dr. Vale Ferîd bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro civîna xwe ya asayî li dar xist. Di destpêka rûniştina parlamentoyê de, seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Vala Ferîd li ser navê tevahiya parlamenteran bombeberanên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Seroka Parlamentoyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û got;"Hikûmeta Iraqê û hemû saziyên destûrî yên hikûmeta federal a Iraqê li gorî destûra Komara Iraqê ya sala 2005'an parastina sînor li stûyê wan de ye. Hêvîdar im ku erka xwe rabin û parastina sîvîlên herêmê bikin. Her wiha tazmînata mexdûrên wan herêman bidin."

Di 27'ê Hezîranê de balafirên şer ên dewleta Tirk li Çiyayê Kortekê ya Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kir û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 5 kes ji birîndar bûn.