Li qereqolê êşkence li parêzeran kirin

Parêzerên OHD'ê yên ku ji bo hevdîtina bi gundiyên ku piştî birin qada êrîşê, çûn qereqolê û ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin û li erdê re hatin kaşkirin.

Gundiyên di êrîşa li herêma Astenga Reş a li derdora gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Gevera Colemêrgê hatiye destpêkirin hatin destgîkirin, birin Fermandariya Cendermeyan a Geverê. Parêzerên OHD'ê yên ku ji bo hevdîtina bi gundiyên ku piştî birin qada êrîşê, çûn qereqolê û ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin û li erdê re hatin kaşkirin.

Leşkeran li Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke yên çûne wê derê astengkirin. Leşkeran  êşkence li parêzeran kir û bi erdê re kaşkirin. Di laşen parêzeran de şopên êşkenceyê çêbûn.

‘ÊŞKENCE LI ME KIRIN’

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Colemêrgê Harîka Gunay Karataş anî ziman ku ji bo bi 20 kesên piştî êrîşa leşkerî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin re hevdîtinê bikin çûne qereqolê, leşkeran li wê derê li wan daye û wiha got: “Ji aliyê fermandarê ku beriya niha fermana operasyonên êşkenceyê wergirtin ve dema em da bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, hewl dan bi lêdanê wan kesan bibin odeyan, di encama mudaxilekirina me de, mudaxileyî me jî hate kirin.”

Karataş da zanîn ku li ser fermana fermandarê Qereqola Cendermeyan ê Navçeyê Bayram Konak leşkeran li wan dane û wiha got:“Em rastî êşkenceyê hatin û bi êşkenceyê em ji qereqolê derxistin. Em bi erdê re kaşkirin û li wesayîta me siwar kirin. Bi şopandina wesayîta leşkerî, tevî tacîz û xeberan em ji fermandariya qereqolê derxistin.”