Parêzerên kolberan ji Rûhanî re got: Hûn berpirsyar in!

Parêzerê kolberên ku li Rojhilatê Kurdistanê tên qetilkirin Huseyîn Ahmedîniyaz ji Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re name şand û got ku, “Hûn ji kuştina kolberan berpirsyar in.”

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber astengiyên ekonomîk û bêkariyê gel ji bo ku debara xwe bikin, kolberiyê dikin. Her sal bi dehan kolber ji bo debara mala xwe li ser sînor dibin hedefa fîşekên pasdaran û gelek ji wan an tên kuştin an jî tên birîndarkirin. Di 9 mehên vê salê de li ser sînorê Ûrmiye, Sine û Merîwanê 27 kolber bûn hedefa fîşekên pasdaran. Bi dehan kolber jî birîndar bûn.

Huseyîn Ahmedîniyaz ê ku parêzeriya kolberan dike, ji bo ku ev trajedî bi dawî bibe name ji Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û ji Konseya Ewlekariya Bilind re nivîsand. Ahmedîniyaz di nameya xwe de bal kişand ser bêedaletiya siyasî, ekonomîk û civakî û Rûhanî û Konseya Ewlekariyê ya Bilind berpirsê kuştina kolberan nîşan da.

‘HÛN LI SER SOZA XWE NEMAN’

Ahmedîniyaz di nameya xwe de qala van tiştan kir:

“Tişta ku divê hûn bikin ev e ku, divê hûn ji bo van kesan qadên xebatê ava bikin. Ji ber ku hûn vî tiştî nakin, mirov ji bo debara xwe li ser sînoran baran bar dikin û di vegerê de dibin hedefa fîşekan.

Heta niha we ji bo kêşeyên aborî û civakî gelek soz dan lê we him soza xwe bi cih neanîn û him jî we kes qetil kirin. Hêzên leşkerî yên di bin kontrola we de mirovan qetil dikin. Ev rewşeke derzagonî ye. Ji ber rayeya serokkomariyê, berpirsyariya we heye.

Divê roj berî rojekê vê trajediya li ser kolberan bi dawî bibe û kesên ku wan dikujin jî werin darizandin.”