BI DÎMEN

Parêzerên Kerkûkê çûn Şehîdgeha Qendîl

Heyeta parêzeran a ji Kerkûkê çûne, serdana Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a faşîst ve hate bomberdûmankirin, kir. Di serdanê de bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir.

heyetek ji parêzerên Kerkûkê îro bi mebesta şermezarkirina ji aliyê dewleta Tirk ve bombeberankirina Şehîdgeha Mehmed Karasungur serdana Qindîlê kirin. Herwiha di serdanê de parêzerên Kerkûkê ji ber ku gerîlayên HPG û YJA Starê di dema şer de çûn Kerkûkê û ligel pêşmergeya Kerkûk ji çeteyan parastin, spasiyên xwe pêşkêşû gerîla kirin.

Heyeta parêzerên Kerkûkê ji aliyê gerîlayan ve hatin pêşwazî kirin û bi hev re daxuyanî dan.

‘LI DERVEYI HIQÛQ Û MIROVAHIYÊ YE’

Li ser navê heyetê Hejar Kakayî axivî, êrîşên hewayî bi tundî şermezar kir û wiha got:

"Bombebarankirina şehîdgehan, ji ber lewazî û bêmoraliya dewleta Tirke. Em daxwazê ji hemû aliyên Kurdî yên li Bexda û Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên artêşa Tirk û hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê bibin xwedî helwest."

BANG LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATE KIRIN

Di dema bihurî de me bi berdewamî bi rêya parlamentoya Herêma Kurdistanê ve daxwaz ji hikûmetê Herêma Kurdistanê dikiriye ku ji bo rê li pêşiya Tirkiyeyê bigrin, da ku sînor derbas neke. Lê mixabin niha parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye bêaktîv kirin û em nikarin bi vê rê zextan bêxin liser hikûmetê. Herwiha me ji be sînor derbaskirina dewleta Tirk, daxwaz ji hikûmeta Iraqê ji kiriye, sînorekê ji bo dewleta Tirk diyar bike. Ji bo vê armancê emê hewldanên xwe zêdetir bikin."

Hejar Kakeyî diyar kir ku ew piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dikin û daxwaz ji parêzgerên Tirkiyeyê kirin ku li hemberî rewşê bibin xwedî helwest."

Piştre Endameka Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Rewşen Mardîn li ser navê gerîla axivî û serdana parêzeran bi nirx girt dest û daxwaz ji parêzgeran kir ku hewldanên xwe zêdetir bikin, ji bo êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bidawî bibe û xwedî greva birçîbûnê derkevin.

Mardîn wiha got: "Weke tê dîtin, goristana şehîdan tê bombebaran kirin, ev yek neheqiyekî mezine, pêwîste li hemberî, weke parêzer û hiqûqnas li ser asta navnetewî dadgeha mafê mirovan ji van êrîşan agadar bikin."

Piştî daxuyaniyê heyet li cihên Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr a ku hatî bomberdûmankirin lêkolîn kirin. Bi taybet heyetê muzeya ya ku bi dijwarî hatibû bomberdûmankirin û bi erdê ve hatibû rastkirin demek dirêj lêkolîn kir. Piştî lêkolînkirina heyetê û şûnde bi gerîlayên li Şehîdgehê xatir xwestin, li Qendîlê bi Tevgera Azadî re hevdîtinek kurt kirin û rêze hevdîtin pêk anîn.