Parêzerên ji Kerkûkê: Daliqandina alê maf e
Parêzerên ji Kerkûkê gotin, daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê mafekî qanûnî ye û destnîşan kirin, ku nerazîbûnên tên nîşandan, ne rast in.
Parêzerên ji Kerkûkê gotin, daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê mafekî qanûnî ye û destnîşan kirin, ku nerazîbûnên tên nîşandan, ne rast in.
Parêzerên ji Kerkûkê gotin, daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê mafekî qanûnî ye û destnîşan kirin, ku nerazîbûnên tên nîşandan, ne rast in.
ARÎ CEBARÎ: Bi dîtina me, di pêvajoya azadiya Iraqê ya sala 2003'an de, di qanûnên hatin danîn de pirsgirêka Kerkûkê bi rengekî cidî nehat nirxandin. Kurd di wê demê de yekane beşa civakê bû ku hêz di destê wan de bû û bi vê hêza xwe dikarîbûn zextê li beşên din ên civakê bikin û Kerkûkê weke bajarekî Kurdan bidin qebûlkirin. Dikarîbû pêşî li vê rewşa cihê nîqaşê bigirta. Lê belê di destpêkê de xala 58. û piştre jî xala 140. a destûra bingehîn hatin çêkirin û di vê rewşê de hate hiştin. Bi dîtina min, divê parlamenterên Kurd ji bo herêmên nîqaş li ser tên meşandin tevlî herêma Kurdistanê werin kirin, têbikoşin. Ji be rku Kerkûk ji aliyê dîrokî ve bajarekî Kurdan e.
Biryara dawî ya meclîsa bajêr a ji bo bilindkirina alê, biryareke di cih de bû. Li gorî qanûnê jî ev biryar di cih de ye. Gel destekê dide vê biryarê. Nayê qebûlkirin ku ev al ji niha û pê ve were danîn. Eger ev bibe, wê ji bo siyaseta Kurd şermeke mezin be.
Niha jî dixwazin balê bikişînim ser Şengalê. Ji ber ku Şengal di nava xala 140. de cih digire. Pêwîste hikûmeta Bexdayê û hikûmeta herêmê nehêlin ku dewleta Tirk li ser Şengalê lîstikan bilîze. Li gorî qanûnên navneteweyî, mafek e ku li dijî vê bisekinin. Herêma Kurdistanê jî bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî ye. Pêwîste her du hikûmet jî di vî warî de helwesteke rast nîşan bidin û mafê ku qanûnên navneteweyî didin wan, bi kar bînin, li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng.
'ÇARESERÎ BI REFERANDÛMÊ PEYDA DIBE'
SEYÎT OMER KAKAYÎ: Cîhan tev dizane ku li Kerkûkê etnîk, ol, çandên cuda hene. Di van rojan de, piştî ku meclîsa bajêr biryar da ala herêma Kurd bi ser saziyên fermî ve bike, krîzê rû da. Dewleta Tirk dixwaze al bê daxistin. Dixwaze vê bike hincet û zextê bike.
Bi heman rengî li Şengalê jî bi rêya qaşo 'pêşmergeyên roj' pirsgirêkan dafirîne. Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û gelek cihên din, di nava xala 140. a herêmên bi nîqaş de ne. Li van herêman, çareseriya rasteqîn bi referandûmê dibe û divê êdî ev were kirin. Bi vî awayî wê bi ser herêma Kurdistanê ve bên girêdan. Ev pirsgirêk bi vî rengî wê çareser bibin.
Lê îro serokê herêma Kurdistanê qala dewleteke Kurd a serbixwe dike. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, wê dewleteke serbixwe çawa çêbibe? Li cihekî ku li herêmên mîna Şengal û Kerkûkê gelek gel bi hev re dijîn û gelek dewlet tevlî karên navxweyî dibe, hûn ê vê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Ji ber vê yekê, ya divê were kirin, bicihanîna xala 140. e.
Ne ya qebûlkirinê ye ku hikûmeta herêmê li pêşberî bomberdûmana dewleta Tirk a li gundên Qendîlê û şehîdgehan bêdeng e. Çawa ku divê pirsgirêkên Kerkûk û Şengalê bên çareserkirin û ji bo serxwebûna Kurdistanê çiqasî girîng bin, helwesta ji bo Qendîlê jî ewqasî pêwîst e. Ji ber ku li van deveran di êrîşan de mirovên sivîl tên kuştin û zerar li aboriyê dibe. Eger hûn li pêşberî vê bêdeng bin, wê çaxê wê gel ji propaganda we ya Kurdistana serbixwe bawer neke. Gelê Başûrê Kurdistanê niha di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, kes bi gotinên we yên 'em ê dewleteke serbixwe îlan bikin' bawer nake.