Parêzerê Guven: Biryar sosret e

Parêzerê Leyla Guven a dîlgirtî Serdar Çelebî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê sûc kiriye û got, "Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Leyla Guven em bi fikar in."

Parêzer Serdar Çelebî ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re axivî diyar kir ku dîlgirtina Leyla Guven biryareke sosret e.

Çelebî da zanîn ku cezayê li miwekîla wî birîne di asta jor de ceza hatiye dayîn û ji bo girtina Guven jî hêceta “gumana revê” hatiye nîşandan. Çelebî anî ziman ku girtina Guven li dijî rêbaza Qanûna Cezayê Muhakemeyan (CMK) ye û got: “Dadgeh bêyî ku rêbazên girêdayî wan e li ber çavan bigire, cezayek wiha da. Di tu CMK’ê de heta ku bersûc neyê guhdarkirin nikare biryarek wiha were dayîn. Ev hikuma hat dayîn a fermanê ye. Bi paşpenî (giyabî) nabe ku kesek were girtin. Di CMK’a berê de jî girtina paşpenî hebû. Bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye re di sala 2005’an de hatiye rakirin. Lê belê ev yek tu heb li ber çavan nehatin girtin û derbarê birêz Guven de biryara girtina paşpenî hat dayîn. Bêyî li wê were guhdarkirin biryar hat dayîn. Ji bo vê yekê jî ev girtinek ne yasayî ye. Ev girtinek ku heta niha di hiqûqê de nehatiye dîtin. A rast niha sûcek tê kirin. Ev girtin di warê hiqûqî de sosretiyek mezin e. Birêz Guven niha ne bi biryarek yasayî lê bi biryarek girtinê di zîndanê de ye. Ev di warê rê û rebaza yasayî û hiqûqî de tengezarî ye.” 
 
'KCD JI BO ÇÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN HATIYE VEXWENDIN'
 
Çelebî anî ziman ku Guven ji ber axaftin ango daxuyanî û faliyeta hevserokatiya KCD’ê hatiye girtin û ev jî karê siyasetvan e divê biaxive û daxuyanî bide. Çelebî got daxuyaniyên Guven xwedî naverokên ku pirsgirêka Kurd bi rêyên çareseriyê were çareserkirin e. Çelebî anî ziman ku KCD kongreyek li ber çavê her kesî di sala 2007’an de hatiye avakirin û haya dewletê jî ji vê kongreyê heye. Çelebî da zanîn ku KCD di nava pergala demorkatîk de kar û xebata xwe birêve dibe û KCD di sala 2012’an de ji bo çêkirina Destûrek Bingehîn hatiye vexwendin û KCD’ê raporek pêşkêşî çêkirina Destûra Bingehîn kiriye. 
 
'DMME’YÊ GOTIYE KCD SAZIYEK LEGAL E'
 
Çelebî destnîşan kir ku di biryara DMME’yê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş daye de gotiye “KCD saziyek legal e û xebatên KCD’ê nabe sûcdariya endamtiya rêxistinê” û wiha got: “Leyla Guven bi tu awayî neketiye nav faliyek dij qanûnî. Têkildarî vê jî di dosyeyê de tu îdiayek nîne. Bi vî awayî bi biryara DMME’yê ya dawî re pêwîste KCD di çarçoveya azadiya rêxistinê de were nirxandin.” 
 
'JI BO KESAN RÊBAZÊN TAYBET TÊN SEPANDIN'
 
Çelebî anî ziman ku derbarê beraeta Guven de tu gumanên wan nîn in ku Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn biryar nede û wiha got: “Em dizanin ku wê ji vê xeletiyê paş ve gav biavêjin. Lê di vê qonaxê de biryara girtinê gelek balkêş e û merivan li serê dide fikirandin. Ya herî grîng jî ew e ku piştî girtinê di nava du sê saetan de sewqî girtîgehek din dikin. Ev yek me dixe nava gumanan. Lewma em dibêjin li dijî kesan rêbazên taybet tê sepandin.” 
 
'EM JI TENDURISTIYA GUVEN BI FIKAR IN'
 
Çelebî anî ziman ku li Tirkiyê daraz bi refleksa parastina dewletê tevger dike û biryarên daraza Tirkiyê her tim bûye cihê nîqaşê û rêgezên darizandina adilane tên binpêkirin. Çelebî destnîşan kir ku heke biryarên DMME dide li ber çavan bihatana girtin dê niha Leyla Guven nehata girtin û got: “Ya girîng jî temen û tenduristiya Leyla Guven e. Pirsgirêkên cidî yên tenduristiya wê hene. Em ji bo vê yekê bi endîşe ne. A rast ev hemû problemên darazê ne."