Parêzera Guven: Pirsgirêkên dîtinê û konsantrasyonê lê der bûne

Parêzera Guven Cemîle Tûrhalli Balsak: Êdî nema dikare tiştekî bixwîne. Pirsgirêkên dîtin û konsantrasyonê lê der bûne. Mîna berê nema dikare tevbigere.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 70'î de ye. Parêzera Guven Cemîle Tûrhalli Balsak li ser rewşa dawî ya Guven ji ANF'ê re axivî.

Balsak diyar kir, ji ber ku di greva birçîbûnê de ye moral û motîvasyona Leyla Guven gelekî bilind e û got, "Birêz Guven di wê baweriyê de ye ku tişta jê bawer dike pêk tîne. Ew yek jî bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e."

Balsak bi bîr xist ku doh ji bo dîtina wê ew çûn girtîgehê, lê nekarî bê hevdîtinê û got, "Me li ser rewşa wê agahî girt. Em dibînin ku daxwaza xwe datîne pêşiya her tiştî û ji her tiştî girîngtir dibîne."

Parêzer Balsak qala nêrîna Guven a li ser çalakgên greva birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên bi sedan girtiyên siyasî jî kir û got, "Muwekîla me dibêje ku daxwaza wê daxwazeke şexsî nîne. Diyar dike ku daxwazeke her kesî ye. Belavbûna grevên birçîbûnê li girtîgehan hemûyan weke civakîbûna daxwaza xwe bi nav dike. Li gorî çavdêriyeke min a şexsî, Birêz Guven jiyana her kesî gelekî girîng dibîne. Ew ji xemsariya otorîteya cemaweriyê, medya, çapemenî, meclîs û civakê ya li pêşberî vê rewşê, diêşe."

Balsak li ser rewşa tenduristiyê ya Guven jî got, "Berê ji xwe rojane dixwend. Niha nikare bixwîne. Bi taybetî nikare bala xwe bide ser tiştekî, lewma êdî nikare pirtûkê bixwîne. Pirsgirêkên dîtinê û konsantrasyonê lê der bûne. Ji ber vê yekê jî mîna berê nikare tevbigere. Nikare sporê bike. Ji xwe niha nikare baş bimeşe, lewma nikare bê dîtina me. Axaftin bi xwe gelekî tehdeyê lê dike. Hewl dide nameyên jê re tên bêbersiv nehêle. Ji ber ku ji her devera Tirkiyeyê name jê re tên. Ev yek moral û motîvasyona wê zêde dike. Tansiyona wê gelekî dikeve. Doktor ya jî personelên tenduristiyê yên girtîgehê tansiyona wê her roj dipîvin. Ji xwe Wezareta Edaletê 15 roj in ambûlansek li wir bi cih kiriye."