Parêzer Şahîn: Hikumet li Îmraliyê sûc dike

Parêzer Mûharrem Şahîn anî ziman ku hikumeta AKP-MHP'ê li Îmraliyê sûc dike û got, hikumeta nû eger tenê qanûnan bi cih bîne wê dawî li tecrîdê bîne.

Parêzer Mûharrem Şahîn ragihand ku hatiye dîtin; bi polîtîkayên desthilatdariyê pirsgirêka Kurd çareser nabe û destnîşan kir ku desthilatedariya piştî hilbijartinê eger ji dil be wê karibe bi hêsanî xwe bide ber çareseriyê.

Parêzer Mûharrem Şahîn ku beriya niha gelek caran hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, li ser rola ku Ocalan dide hilbijartinê û siyaseta demokratîk axivî. Parêzer Şahîn got, "Li gorî Birêz Ocalan pirsgirêkek bêçareserî nîne. Siyaseta demokratîk bi israr datîne pêş û gelekî hêja dibîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser hilbijartinên wê di demeke nêz de bê kirin, hingî tê dîtin ku bi qasî salên damezrandinê yên Tirkiyeyê girîng e. Paşeroja vî welatî wê jinûve diyar bibe. Dibe ku rejîm bê guhertin û her kes divê bi berpirsyarî tevbigere. Di vê pêvajoyê de eger hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin, wê tevkariyê li xistina tansiyonê bike."

BICIHANÎNA QANÛNÊ BI TENA SERÊ XWE TÊRÊ DIKE

Parêzer Şahîn diyar kir ku eger rejîma AKP-MHP şûna xwe ji sîstema nû re bihêle hingî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û wiha dewam kir, "Ji bo me têrê dike ku sîstema nû qanûnê bi cih bîne. Qanûn dibêje ku rewşeke li pêşiya şert û mercên hevdîtinê bibe asteng nîne û hevdîtin mecbûrî ye. Ya rast niha sûc tê kirin. Sîstema nû divê vî sûcî neke."

TENÊ BILA DESTHILATDARIYA NÛ JI DIL BE

Parêzer Şahîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran agirbest ragihand, gavên girîng avêt û got, "Me hemûyan dît ku bi polîtîkayên heyî yên ewlekariyê ev pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê yekê di çareserkirina xalên esasî yên pirsgirêka Kurd de mirov dikare bibêje ku karê sîstema nû ya bibe desthilatdar wê hêsan be. Tenê bila nêta xwe hebe û ji dil be. Şert û mercên vê yekê hene. Bi nêzîkatiya heta niha nehata çareserkirin. Rewşa aborî, dadgerî û siyasetê li holê ye. Mirov nikarin nanekî bibin mala xwe. Em zanin ku çareseriya van hemûyan bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. Di vê mijarê de eger bi Birêz Ocalan re têkilî bê danîn, em ê bibînin ku pirsgirêk hemû wê karibin bêne çareserkirin."