'Parastina ji xeteriyan bi yekîtiya neteweyî dibe'

Rewşenbîrên ji Hewlêrê li ser pêvajoya yekîtiya neteweyî ya ji aliyê KNK'ê ve hate destpêkirin axivîn û işaret bi xeteriyên mezin ên li herêmê kirin. Rewşenbîran gotin, "Divê zirxekî parastinê yê gelê Kurd hebe. Ew zirx jî yekîtiya neteweyî ye."

Serokê Tevgera Cotkarên Kurdistanê Mam Faris Kerîm û Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Selahadîn Dr. Sadiq Heme Elî, ku tevlî civîna KNK'ê ya li Hewlêrê ya bi reşwenbîr û rûspiyan bûn, mijara yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re nirxandin.

BERIYA HER TIŞTÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Serokê Tevgera Cotkarên Kurdistanê Mam Faris Kerîm diyar kir, karê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd hem zehmet e, hem jî gelekî hêja ye û destnîşan kir, ku divê gelê Kurd li pêşberî cîhana derve bi  yek dengî tevbigere. Mam Faris Kerîm got, "Beriya her tiştî ez vî karî gelekî hêja dibînim. Ji ber ku her parçeyekî Kurdistanê xwedî rewşeke xweser û zehmetiyên xwe ne. Lewma vî karî hêja dibînim. Pêwîste piştgirî ji vî karê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd tê kirin bê dayin. Li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê Kurd li pêşberî cîhana derve xwedî yek dengî be. Ji bo vê jî divê em beriya her tiştî yekîtiya xwe ya neteweyî bafirînin."

'PIRSGIRÊKÊN XWESER ÊN HER PARÇEYÎ'

Kerîm bibîr xist, ku her parçeyekî Kurdistanê xwedî pirsgirek û taybetmendiyên xweser in û pêşniyarî KNK'ê kir ku di vî karê xwe de vê rewşê bibîne û got, "Her parçeyekî Kurdistanê xwedî pirsgirêkên cuda ne. Mînak; li Başûrê Kurdistanê sê pirsgirêkên me yên sereke hene. Pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî. Ji aliyê siyasî ve parlamenteke me hebû, lê asta ku piştî 25 salan em gihîştin, girtina deriyê parlamentê ye. Di warê aborî de gel di nava krîzeke mezin de ye. Li Başûr bi qasî 30 ji sedî mirov bê kar in. Di nava civakê de jî rewşeke dûrketina ji hev, bêbaweriya ji siyasetê heye. Mîna vê yekê, parçeyên din jî xwedî pirsgirêkan e."

LI DIJÎ XETERIYAN DIKARE BIBE BENDEK

Mam Faris got, "Kongreyeke neteweyî ya bê lidarxistin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û pirsgirêkên navbera parçeyan dikare roleke mezin bilîze" û da zanîn, yekîtiya neteweyî li hemberî êrîşên ji derve bên dikare bibe bendek. Mam Faris Kerîm got, "Ev karê KNK'ê gelekî hêja ye. Divê hê bêhtir bê berfirehkirin û mirovên ji hemû beşên civakê cihê xwe di nav de bigire. Bi vî rengî wê bigihêje asteke welê ku ti ji partiyên siyasî nikare xwe jê vegire. Di heman demê de li dijî xeteriyên li herêma me dikare bibe bendek. Înşaleh em ê vê carê yekîtiya xwe pêk bînin."

'PÊWÎSTÎ BI ZIRXEKÎ PARASTINÊ HEYE'

Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Selahadîn Dr. Sadiq Heme Elî işaret bi pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn kir û destnîşan kir, ku pêwîstiya gelê Kurd bi zirxekî parastinê heye, ev zirx jî yekîtiya neteweyî ye. Elî got, "Li herêma me Rojhilata Navîn, ji aliyê siyasî û leşkerî ve guhertin rû didin. Li gel vê yekê, bêguman guherînin aborî û civakî jî hene. Li hemberî aliyên neyînî yên vê guhertinê, weke gel pêwîstiya me bi zirxekî heye. Wekî din, yekîtiya neteweyî jî xewn û xeyala sed salî ya gelê Kurd e. Eger ev yekîtî pêk were, wê ev yek ji bo gelê Kurd bibe hêzeke mezin."

'DIVÊ KURD DI DESTPÊKÊ DE PIRSGIRÊKÊN LI NAVA MALA XWE ÇARESER BIKIN'

Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê Kurd di destpêkê de pirsgirêkên li nava mala xwe çareser bike û got, "Kongreyeke neteweyî ya bi bşedariya hemû parçe, çîn û beşên cuda yên civakî û pêkanîna yekîtiya gelê Kurd dikare ji bo gelê Kurd ajandayeke siyasî ava bike. Beriya her tiştî wê pirsgirêkên li nava mala Kurdan çareser bibin û piştre li dijî êrîşên ji derve bibin xwedî mekanîzmayeke xurt a parastinê. Li herêma me û derdora me xeteriyên mezin hene. Li hemberî van xeteriyan pêwîste em bibin xwedî bernameyeke zanistî û hemdem."

'LAZIM E EM BI BERNAMEYEKE HEVPAR DERKEVIN PÊŞBERÎ CÎHANÊ'

Elî destnîşan kir, ku divê êdî Kurd bi bernameyeke hevpar derkevin pêşberî raya giştî ya cîhanê û wiha dewam kir: "Lazim e beriya her tiştî em ji cîhanê re vê bêjin: Em bi Kurd, bi nifûsa xwe ya ji mîlyonan, bi yek dengî, bi yek bernameyê û di nava rewşeke aştiyane de li pêşberî we ne. Lê belê eger yekîtiya me nebe, eger yek dengiya me nebe, hingî şensê serketinê yên partiyên me jî wê gelekî kêm be."