Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe bi wesîleya salvegera şehadeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand û got, “Meha Hezîranê di têkoşîna me ya azadiya jinan de meha jinên fedaî ne.”
Berfirehiya daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:
“Em hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku bi çalakiya xwe ya mezin a ji bo jiyaneke azad û watedar xeta fedaîbûnê afirand bi bîr tînin; Em hevrê Sema (Sema Yuce) û hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ku şopdarên hevrê Zîlan in, bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Em careke din çalakiya mezin a hevrê Zîlan û azadiya jinê ya tacîdarkirî bi wesîleya 30'ê Hezîranê pîroz dikin.
Her wiha em careke din dilsoziya xwe ya bi bîranîna hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Leyla Agirî û hemû şehîdên vê têkoşînê yên di meha Hezîranê de tevlî karwanê şehîdan bûne, tînin ziman. Pêkanîna xeyalên wan ên jiyaneke azad erk û armanca me ya herî mezin e.
Hevrêyên me yên fedaî, bi jiyan û şehadetên xwe, ji bo jinan pîvanên jiyana azad diyar kirin. Hevrê Zîlan bi gotina, ‘Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin” ji bo pirsa ‘Jina azad çawa dijî! pîvanek diyar kir. Ji ber vê yeke jî weke xwedawenda azadiyê cihê xwe di dîroka me de girt.
Hevrê Sema bi gotina ‘Li ezman du roj nabe’ prensîba jiyana fedaî û jiyana bi pîvan nîşan da. Hevrê Sema hemû paşverûtiyên ku jinê ji jiyana azad dûr dixe şewitand û helwesteke ku xeta azadiyê bipratîk dike nîşan da.
Hevrê Gulan ji bo xwedî li jiyana azad a ku Rêbertî temsîla wê dike derkeve û ji bo komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî bibe bersiv, xeta fedaî mayînde kir û di vê wateyê de bû kesayeteke pêşeng.
Diyare ku li ser vê erdnîgariyê jiyan û azadî ne hêsan e. Azadî û hebûn hişmendiyeke kûr û çalakiyeke xurt hewce dike. Divê mirov wêrek be ku rastiya ku ew pê hesiyaye biparêze û li gorî wê bijî. Ji ber vê yekê, ji bo jiyaneke azad berdêlên mezin hatine dayîn, li rêya xelet a dîrokê mudahele hatiye kirin û wateyek nû li jiyanê hatiye barkirin.
Em li ser navê kesên ku têkoşîneke mezin a azadiyê û aştiyê wekî Zîlanan, Gulanan û Semayan avakirine dibêjin: Jiyaneke azad û watedar rastiya me ya bingehîn e ku em ê tu carî dev jê bernedin. Jiyaneke azad jiyaneke komunal e ku bi hev re û bi parvekirinê tê domandin; têkoşîna ji bo vê jiyanê dê berdewam be. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku jiyaneke adilane ava bikin ku tê de takekesî, xweperestî, bêhezkirin û bêrêzî tune be. Em ê li gorî paradîgmaya ku di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de hatiye destnîşankirin, bi biryar, rêxistin û têkoşer bimînin.
Weke jinên Kurd me di xeta Zîlan de şer kir û hebûna xwe bi dest xist. Em dizanin ku jin wê bi hêza ku ji dîroka xwe werdigire û sekna rêxistinbûyî û bi rûmet a ku îro nîşan dide, di avakirina civaka demokratîk de rola pêşengiyê bilîze. Jin wê bibe afirînerên guherîn, veguherîn û jiyana azad.
Meşa azadiyê ya mirovahiyê, Kurdistanî ye. Di formula Jin Jiyan Azadî de ye. Jiyana bi jinê re, azadiya bi jinê re divê bibe bingehê hemû şoreş û têkoşînên sosyalîst.
Li erdnîgariya me pêdiviya avakirina jiyana hevpar a li ser esasê feraseta netewa demokratîk, ji her demê zêdetir e. Ji bo berjewendiyên desthilatdaran, jiyana mirovahiyê tune tê hesibandin. Çareseriya Rêber Apo, rizgariya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Ji bo kesên di nava êş û komkujiyên mezin de mane, çareseriya rast e.
Îro derketiye holê ku li dijî xeta bimire-bikuje ku sîstema kapîtalîst a hov dixwaze mirovahiyê bikişîne nav, li dijî vê sîstema desthilatdariya mêr a ku bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ji dervey êş, xwîn û rondikên çavan tiştek ji mirovahiyê re neaniye, divê hemû jin, bindest û hêzên demokratîk têkoşîna hevpar pêş bixin.
Jin divê li ser bingehê rastiya Zîlanê, ji bo jiyana azad û biwate bi hemû hêza xwe seferber bibin. Xweparastinê bi xwerêxistinkirinê pêk bîne.
Rastiya Zîlan navê jiyana nû ye. Ronîbûna jinan a di aliyê felsefe, îdeolojî û fikrî de ye. Bi vê zanebûn û hêzê xwe jinûve ava dike û li dijî sîstema qirker û dijminê jinê, têkoşîneke radîkal û aktîf dimeşîne. Jiyana azad û biwate ya li ser bingehê vê xetê hatî avakirin, wê bibe jiyaneke li ser esasê zanebûna jinê, şervantiya wê, edaleta wê, hezkirina wê, feraseta wê ya etîk û estetîk. Ji bo em utopyaya jiyaneke wiha rast pêk bînin, em bang li her kesê dikin ku cîhana mezin a Zîlanê û kesayeta wê ya çalakvan rast fêm bikin û pêk bînin.
Em car din şehîdên xwe yên ku tiştên Kurdistanî gihandine cîhanê, têkoşîna azadiya jinê pêş xistine û bûne nûnerên xeta sosyalîzmê, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li her kesê dikin ku li ser xeta şehîdan têkoşînê hîn mezintir bikin, hîn xurttir xwedî li nirxên me yên azadiyê derbikevin û jiyanê bidin qezenckirin.”