PADÊ salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Em salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahî gelê Êzîdxanê, hemû mirovahiyê, şervanên YBŞ/YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxan, Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, bi taybet li Rêberê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikin.
 
Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Eger ne bi saya xwîna şehîdan bûya, me îro ev destkeftiyên hene jî, bi dest nedixistin. Her wiha wê gelê me bibûya nêçîrek mezin ji bo çeteyan, hêzên dagirker û sîstemên desthildar, wê em ji xaka me û çanda Êzdayetiyê dûr kiribana.
 
Bi vê wesîleyê em weke PADÊ soz didin ku em ê rêya şehîdên me dabû destpêkirin, di warê siyasî de dewam bikin. Her wiha em ê li ser fikir û felsefeya azad civaka xwe perwerde û rêxistin bikin.
 
Di dema ku navenda bajarê Şengalê hat rizgarkirin de, hinek partiyan reklam kirin ku wan bi tenê bajar ji destê çeteyan rizgar kiriye. Her wiha xwe weke parêzvanên Êzîdiyan û xaka Şengalê xwe didan diyarkirin, lê îro her kes dizane kî li gelê Êzîdî xwedî derket û kî xwedî propagandeyên derew û ne rast bûn, kî heta roja îro parastina gel dike."

Şengal a ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dagir kiribûn, di 13’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA-STAR û YBŞ/YJŞ’ê hate azadkirin.