PADÊ li Silêmaniyê navendeke xwe vekir

PADÊ li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna hejmarek welatiyên herêmê, welatiyên Êzidî û amadebûna serokê partiyê, navendeke xwe bi merasîmekê vekir.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) li Taxa Elî Nacî ya Silêmaniyê bi merasîmekê navendeke  xwe vekir. Bi dehan welatiyê herêmê û Êzidî di merasîmê de amade bûn.

‘JI BO XIZMETA GELÊ XWE BIKIN’

Têkildarî vekirinê Serokê PADÊ Omer Salih axivî û got: “Dema fermana li ser civaka me Êzidiyan pêk hat, gelek welatiyên me berê xwe dane bajarê Silêmanî niha li Silêmaniyê nêzî 500 malên Êzidiyan heye. Ji bo vê em xizmeta welatiyên xwe û herêmê bikin me pêwîstî dît ku em navendekê vekin.  Her wiha li gel vê jî em hewl bidin di aliyê rêxistinkirin û mafê wan biparêzin. Em baregeh di heman demê de mala Êzidiyan e, em li wan pîroz dikin.”

Dîsa Salih bibîr xist ku yek ji armancên din ê vekirina vê navendê ew e ku di aliyê siyasî de têkiliyan li gel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bide çêkirine. Li ser vî bingehî kar hevpar ji bo gel bikin.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), anî ziman ku ev 12 sal e, aliyên siyasî li parlementoyê ne lê heta niha ti xizmet ji bo gel nekirine û got: “Heta niha nekarîne mafê Êzidiyan biparêzin û jiyanê ji bo wan xweş bike. Ji bo vê niha namzetên me bi xwe hene wê biçin parlementoyê ji bo parastin û pêkanîna mafê Êzdiyan kar bikin. Ji bo carekî din ferman li ser Êzidiyan pêk neyê wê dengê xwe bilind bikin.”