PADÊ: Êzidiyan li dijî hemû êrîşan bi xurtî li ber xwe dan

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi boneya sêyemîn salvegera 3'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya ku li ser gelê Êzidî pêk hatiye, şermezar kir.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di destpêka daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji bo gelê Êzidî 366 rojên salê salvegera fermanên li ser vî gelî ne. Gelê Êzidî, gelê herî kevnar yê Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye. Ji ber ku civaka Êzidî gelê herî kevnar e û her kes dixwaze vê civakê û dîroka wê winda bike. Lê rexmê hemû êrîşên dijminan jî civaka Êzidiyan her dem berxwedaneke mezin kirin.

'TEQÎNA SÎBA Û GIRZERÊ PLANA YEKEMÎN A TUNEKIRINA ÊZÎDIYAN BÛ'

PADÊ di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku fermana li ser Êzidiyan di dema Osmaniyan de dest pê kiriye û wiha got: "Fermana li ser gelê Êzidî di serdema Osmaniyan de dest pê kir. Ev komkujiyên li ser Êzidîxanê heta hatina Îslamê ya 1400 salên dawî de, bi navên cuda û bi kirasên reng bi reng dewam kiriye. Piştî rûxana rejîma Sedam li Iraqê parçebûna civakan dest pê kir û planên qirêj li ser gelê Êzidî hatin meşandin. Derket holê ku kesên hatin qaşo civaka Êzidî biparêzin hevkariya dijmin kirin û planên xwe yên qirêj bi teqînên Siba û Girzerê destpêkirin. Ev yekemîn plana wan bû ku civaka Êzidî têk bibin û tune bikin."

'HIKÛMETA HERÊMÊ Û PÊŞMERGEYAN DERFET NEDAN KU GELÊ ÊZIDÎ XWE BIPARÊZIN'

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di dewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser hatina çeteyên DAIŞ'ê û wiha dewam kir: "Piştî hatina DAIŞ'ê Mûsil bi temamî hat dagirkirin. Weke tê zanîn Şengal di aliyê erdnîgariyê de beşek ji xaka Mûsilê bû. Piştî ku Mûsil kete destê DAIŞ'ê, civaka Êzidî xwest xwe biparêze. Lê mixabin pêşmergeyên PDK'ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew derfet nedan ku gelê Êzidî xwe bi rêxistin bike û di warê leşkerî de xwe bipareze. “

'PDK'Ê LI DIJÎ DAIŞ'Ê GULEYEK JÎ NETEQAND Û GELÊ ÊZIDÎ BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ HIŞT'

PADÊ behsa helwesta PDK'ê ya dema hatina çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha pêde çû: "Roja 3'ê Tebaxê dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî civaka Êzidî kir, hêzên PDK'ê fîşekek jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê neteqandİN. Gelê Êzîdi bi komkujiyên pir mezin re rû bi rû hiştin û gel hiştin di destê DAIŞ'ê de. Bê ku şer bikin û li ber xwe bidin civaka Êzidî teslîmî çeteyan kirin."

'PIŞTÎ HATINA ŞERVANÊN AZADIYÊ PLANÊN PDK'Ê Û HEVKARÊN WÊ TÊK ÇÛN'

PADÊ diyar kir ku şervanên Azadiyê planên PDK'ê û hevalkarên wê têk birin û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Bi hatina şervanên azadiyê hemû planên wan pûç derketin û di aliyê siyasî de PDK û hevkarên wê derbên mezin xwarin. Rexmê ku qirkirin li ser gelê Êzidî pêk hat, bi hezaran gelê Êzidî hatin qetilkirin, dîl ketin destê DAIŞ'ê û bi hezaran Êzidî li bazaran hatin firotin. Bi dehan gorên komî hatin dîtin ji bo ku ev dosya weke jenosîdê neyê nas kirin, mixabin bi destê wan hêzan hinek gorên komî hatin şewitandin."

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: "Em, PADÊ ji bo civaka xwe ya Êzidî dibêjin ku em bi we re ne. Çi ji me bê xwestin em ê weke erkekê pêk bînin. Ji bo ku doza mafê azadiyan û jenosîdê were naskirin çi were xwestin em ê bikin. Hemû hewldanên me ev in ku em planên kesên ku ferman pêk anîne pûç bikin û wan dadgeh bikin. Em berxwedana gelê Êzidî silav dikin. 3'ê Tebaxê rûreşiya wan hêzan e yên ku rê dane ev komkujî pêk were. Em vê rûreşiya DAIŞ û hevalbendên wan şermezar dikin."