PADÊ: Çawa ku Rojava piştgirî da me, em jî bi gelê Efrînê re ne

PADÊ diyar kir ku çawa gelê Rojava 2014'ê piştgiriya wan kir, ew jî bi gelê Efrîn û Rojava re ne û piştgiriya wan dikin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

Di daxuyaniya PADÊ de hat gotin, "Çawa ku sala 2014'an Rojava bi hawara gelê Şengalê ve hat, em ê jî piştgiriya gelê Efrînê bikin. Em amade ne biçin Efrînê û ji şervanên YPG/YPJ'ê re bibin alîkar."

PADÊ bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û işaret bi bêdengiya dewletên navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi van êrîşan re xuya dike ku Rûsyayê û Tirkiyeyê li hev kirine. Em ê li dijî hemû zilm û êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Em bang li sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku li ber êrîşan rabin. Ji ber ku bi hezaran salane dewleta Tirk dixwaze êrîşî çanda Kurdan bike."

PADÊ di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku çawa gelê Rojava 2014'ê piştgiriya wan kir, ew jî bi gelê Efrîn û Rojava re ne û piştgiriya wan dikin.