Ozturk: Rêzdar Ocalan em in û tecrîd li me tê kirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Mêrsînê di dema serdanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêzdar Ocalan em in û tecrîd li me tê kirin.”

Heyeteke HDP û DBP’ê li Mêrsîn, Hatay û Edeneyê hin civîn li dar xist. Wê ev serdanên di çarçoveya ‘Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin’ bi qasî du hefteyan bidome.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir tevlî heyetê bûn. Hevserokê HDP’ê Mêrsînê Gulbahar Şoger û Mehmet Aliş tevî rêveberên bajar û navçeyê bi heyetê re geriyan.

Heyet berê çû serdana malbatan û piştre li çayxaneyeke Yenîşehîrê bi gel re rûnişt.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî operasyona polîsan a li dijî Komeleya Jinan a Rosayê da. Aydenîz got: “Desthilatdarî kîngê ditengije, êrîşî Kurd, demokrasî û jinan dike. Lê divê desthilatdarî baş bizanibe, wê bi zilma xwe têk biçin. Jin pêşengên civakê ne û her dem têdikoşin.Wê civak û jin bi ser bikevin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî qala grevên birçîbûnê kir ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin.

Ozturk got: “Ocalan ji Tirkiyeyê re bûbû hêvî. Divê gelên Tirkiyeyê jî vî tiştî bibînin. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan li hemû Tirkiyeyê tê kirin. Xwestin Kurdan têk bibin lê Kurd neqediyan. Gelê me di 21’ê Adarê de bersiveke xurt da. Bi tecrîdê re xwestin rêzdar Ocalan bidin jibîrkirin. Lê rêzdar Ocalan em in. Ev tecrîd li me tê kirin. Aştiyeke bi rûmet hewce ye. Mûxatap jî rêzdar Ocalan e. Heke li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk neyê, em ê nikaribin qala azadî û aştiyê bikin.”

Ozturk diyar kir ku gelê Kurd û Tirk bi têkoşînê dikarin ji vê tarîbûnê derkevin û got: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê him li derve û him li hundir dewlet qedandin. Di nav xwe de şer dikin.”

Piştî civîna bi gel wê heyet hevdîtinên xwe yên li bajêr bidomîne.