Ozturk: Metirsî li ser jiyana Leyla Guven heye

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk işaret bi metirsiya giran a li ser jiyana Leyla Guven kir û got, "Yên li pêşberî vê bêdeng bin, ew ê berpirsyar bin." Ozturk bang li her kesî kir ku 19'ê Çileyê tevlî mîtînga li Amedê bibe.

Însiyatîfa "Azadî li dijî tecrîdê" li ser çalakiyên grevên birçîbûnê li navenda KCD'ê ya li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist.

'METIRSÎ LI SER JIYANA LEYLA GUVEN HEYE'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 71'ê de ye û li girtîgehan, Hewlêr, Galler û Strasboûrgê herî kêm 300 kes di greva birçîbûnê de ne. Ozturk diyar kir, çalakiya Guven ji asta krîtîk jî bihurî ye, metirsî li ser jiyana wê heye û got, "Leyla Guven bi greva birçîbûnê re hem bang li dewletê û hikumeta AKP'ê dike, hem jî bang li wijdanê civaka neteweyî û navneteweyî dike."

'TECRÎDKIRINA OCALAN DIJMINATIYA LI KURDAN E'

Berdan Ozturk ragihand, Leyla Guven ji bo jiyana aştiyane ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye û anî ziman, dewlet divê li gorî beyannameyên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî tevbigere.

Ozturk bi dewamî got, "Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku 20 sal in didome û ji destpêka sala 2015'an ve hatiye girankirin, di destûra bingehîn a cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê de jî ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve cihê xwe nîne."

Ozturk diyar kir, tecrîdkirina Ocalan dijminatiya li Kurdan e û înkarkirina hebûna Kurdan e.

'YÊN BÊDENG BIMÎNIN WÊ HEVPARÊ MIRINA MIROVAN BIN'

Berdan Ozturk ragihand, Leyal Guven ji bo dawî li vê dijminatî û zîhniyetê bîne, bûye deng û wijdanê mirovahiyê û gelan û got, "Divê were zanîn, yên guhê xwe li vê qîrînê bigirin û ji nedîtî ve bên, eger sibe mirov jiyana xwe ji dest bidin wê ji aliyê siyasî û civakî ve hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê bin."

Ozturk da zanîn, tecrîd li dijî paşeroj, demokrasî û yekîtiya gelên Tirkiyeyê ye û işaret bi xemsariya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û saziyên din ên navneteweyî kir. Ozturk got, "Em ji vir îlan dikin; Ev saziyên navneteweyî wê bi qasî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji encameke neyînî ya rû bide, berpirsyar bin."

BANGA JI BO MÎTÎNGA 19'Ê ÇILEYÊ

Berdan Ozturt bang li gelê Kurd, partiyên siyasî demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, demokrat, mirovên welatparêz û civaka navneteweyî kir ku dengê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê bibihîzin û xwedî li daxwazên wan derkevin.

Di dawiya daxuaniyê de hate bibîrxistin, wê 19'ê Çileyê li meydana Stasyonê ya Amedê ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê mîtîng bê lidarxistin û bang li her kesî kir ku tevlî mîtîngê bibin.