Ozsoy: Bi zemîna qanûnî re hewl didin tecrîdê mayînde bikin

Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Hewl didin ku tecrîdê ji aliyê qanûnî ve mayînde bikin. Ev rewş gelekî metirsîdar e."

Tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê şidandin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber êşkence û kiryarên xerab sala 2008'an serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn, lê belê DMME'yê hefteya derbasbûyî ev serlêdan red kiribû. Parêzerên Ocalan û rêxistinên girseyî yên demokratîk rexne li vê biryarê kirin û gotin, ev biryar li bêalîtiya DMME'yê nayê. Biryareke din jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate dayin ku Girava Îmraliyê pê ve girêdayî ye.

Serdozgeriya ku serlêdanên parêzeran û malbata Ocalan ên heftane mîna her carê bi bersivên klasîk red dikir, vê carê got 'cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn' û daxwaz red kir. Balkêş e ku hem biryara DMME'yê, hem jî 'cezayê dîsîplînê' di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de hatin dayin.

DMME'YÊ BI BIRYARÊN XWE YÊN DAWÎ RE MOHRA XWE DANÎ BINÊ GELEK SKANDALAN

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar û Parlamenterê Amedê Hişyar Ozsoy bal kişand ser serlêdana ji ber êşkence û kiryarên xerab li DMME'yê hate kirin û diyar kir ku dadgehê ev serlêdan ne ji esasê, lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî red kiriye. Ozsoy destnîşan kir ku vê yekê mejiyekî alîgir jî raxistiye pêş çavan.

Parlamenter Ozsoy bi bîr xist ku DMME'yê serlêdana ji bo Roboskî jî bi hinceteke heman rengî red kir û got, "Ji ber ku kaxizek bi derengî çû ya jî kêm ma, serlêdana li ser kuştina 34 mirovî bi hinceteke teknîkî red kirin. Bêguman rewşa Birêz Ocalan hinekî cuda ye. Sîstema Îmraliyê sîstemeke komploya navneteweyî ye. Sîstema NATO'yê ye. DMME'yê bi rastî jî di gelek biryarên xwe yên 2-3 salên dawî de yên li ser Tirkiyeyê, mohra xwe danî binê skandalan. Ev jî yek ji wan e. Em ê vê biryarê bişopînin, lê belê pêvajoyeke hiqûqî heye û ji ber ku em partiyeke siyasî ne, nikarin yekser bibin mudaxîl. Lê em van biryarên DMME'yê li Konseya Ewropayê timî dixin rojevê."

BI ZEMÎNA QANÛNÎ RE HEWL DIDIN TECRÎDÊ MAYÎNDE BIKIN

Ozsoy diyar kir, di demeke nêz de wê rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dest pê bikin û bi vê wesîleyê wê li ser rewşa Ocalan roja 9'ê Cotmehê li vê Meclîsê çalakiyekê organîze bikin û wiha pê daket: "Hevseroka me Pervîn Bûldan, xizmên hikumxwarên li Îmraliyê û hiqûqnas wê tevlî vê çalakiyê bibin. Em ê hewl bidin vê komploya navneteweyî ku didome, li hemû platforman bînin ziman. Bala xwe bidinê, ji ber rewşeke beriya bi 10 salan cezayê dîsîplînê dibirin.

Ev meseleyeke balkêş e. Ji xwe parêzer ji sala 2011'an û vir ve, malbat jî ji sala 2016'an û vir ve nikarin wî bibînin. Ev yek jî bi hinceta 'keştî xerabe ye' ku hinceteke dûrî ji aqil e, dihate redkirin. Niha jî rabûn cezayê dîsîplînê derxistin. Gelo ev ceza piştî 11-12 salan hat bîra we? Hewl didin ji aliyê hiqûqî ve zemînekê ji tecrîdê re bibînin û di warê qanûnî de mayînde bikin. Rewş gelekî metirsîdar e."

'JI VÎZYONA SIYASÎ DITIRSIN'

Hişyar Ozsoy destnîşan kir, rewşa Ocalan meseleya tecrîdkirina mirovekî ji rêzê nîne û got, "Di serdemên herî krîtîk ên vî welatî de Birêz Ocalan tevkariya erênî kiriye. Li girtîgehê pêvajoya çareseriyê afirand û di vê mijarê de gelekî hewl da.

Yê ku li wê derê hatiye tecrîdkirin ne tenê mirovek e. Hemû derfetên ku ew mirov ji aliyê siyasî ve karibe dest werde, hatine tecrîdkirin. Ji ber ku civak li benda aştî û çareseriya meseleya Kurd e. Helwesta Ocalan a di vê mijarê de timî helwesteke diyarker e. Lewma lêpirsîna li tecrîdê ji aliyê exlaqî û hiqûqî ve têrê nake. Ji vê yekê jî wêdetir, ji vîzyona siyasî ya mirovekî xwedî hêzeke bi vî rengî ditirsin, lewma tecrîd dikin."

NERAZÎBÛNA CIVAKÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Ozsoy işaret bi nerazîbûna raya giştî ya li tecrîdê kir û di dawiya axaftina xwe de got, "Ji ber ku bi nerazîbûna civakê zanin, wê vê carê hewl bidin bêjin ku ji aliyê hiqûqî ve hevdîtin nepêkan e. Em ji hinceta 'cezayê dîsîplînê' vê yekê dibînin. Dek û dolabên van naqedin. Lê belê herî zêde dikarin xwe bixapînin. Ji ber ku ev tecrîd ji aliyê siyasî ve nema dikare zêde bê domandin."