Ozguneş: Tecrîd ji nû ve dest pê bike wê kaos dest pê bike

Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku tecrîd ji nû ve tê ferzkirin û hişyarî da ku ev yek wê kaos û tengezariyê biafirîne. Ozguneş destnîşan kir ku çareserî di nava projeyên Ocalan de ye.

Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 18'ê Hezîranê ve tên astengkirin.

Parêzerên Ocalan ji hingî ve 10 caran serlêdan kirin, lê belê nehate qebûlkirin.

Ev yek weke jinûve ferzkirina tecrîdê hate şîrovekirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir, ku tecrîd 20 sal in bi rengekî bênavber didome.

Ozguneş destnîşan kir ku tecrîd di nava pênc salên dawî de gelekî hatiye şidandin û got, "Bi çalakiya dawî ya greva birçîbûnê re dewlet hem li nava raya giştî ya navxweyî hem jî li nava raya giştî ya derve gelekî tengav bû. Di dema dawî de sistkirina tecrîdê jî encama vê berxwedanê ye. Li pêşberî vê berxwedanê dewlet tengav bû û neçar ma paşve gavê biavêje."

'WÊ BIBE SEDEMA KAOS Û TENGEZARIYÊ'

Ozguneş anî ziman, tecrîda ku AKP û MHP'ê gotin, 'me dawî lê aniye' ji nû ve ketiye meriyetê û got, "Em ê pêvajoyê bişopînin. Niha hevdîtinên parêzer û malbata Ocalan tên astengkirin. Gelo ev yek wê mîna beriya niha veguhere tecrîdeke mayinde ya jî astengiyên ji bo çavtirsandinê bin. Raya giştî vê vê yekê bibîne. Hikumeta AKP'ê bi nêzîkatiyeke bi hêrs û tolhildêr tevdigere. Mixabin ev rewş wê bibe sedema rûdana kaos û tengezariyê. Lewma divê hikumet hîn bi rengekî hesas nêzî vê rewşê bibe. Kurd û dostên wan, her kesên xwedî wijdan vê yekê dixwazin; bila tecrîd bi dawî bibe, Birêz Ocalan azad bibe."

'DIVÊ GUH BIDIN PROJEYÊN OCALAN'

Ozguneş destnîşan kir ku Ocalan lîdereke ku bandorê li Tirkiyeyê dike û got, "Ji ber vê yekê jî divê guh bidin projeyên wî. Ozguneş anî ziman ku dema guh bidin gotinên Ocalan wê ji kaosê rizgar bibin û aştî li Tirkiyeyê pêk were.