Ozgokçe: Dijminatiya li Kurdan wê bike ku Erdogan têk biçe!

Parlamentera Wanê ya HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan destnîşan kir ku dijminatiya li Kurdan wê bike ku Erdogan têk biçe û ji bo mîtînga sibe ya fînalê banga tevlîbûnê kir.

Parlamentera Wanê ya HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivî.

Ertan bi bîr xist ku benda 10 ji sedî ya hilbijartinê berhemek ji destûra bingehîn a darbeyê ye û ji bo Kurd li meclîsê neyên temsîlkirin hatiye danîn.

Ozgokçe Ertan da xuyakirin ku ji bilî benda hilbijartinê, bi formula tifaqê re bendeke din li ber Kurdan hatiye danîn û got, "Dervehiştina HDP'ê li Tifaqa Mİlet bêhiqûqiyeke mezin e. Hebûna HDP'ê di nava tifaqê de ji bo demokrasiya welêt firsendeke mezin bû, lê mixabin bi dervehiştina HDP'ê re helwesteke antî demokratîk hate nîşandan. Ji ber ku em hînî kiryarên antî demokratîk bûne, mîna her carê me jî nexşeya xwe ya rê danîn ber xwe û hewl didin bi cih bînin. Em ji xwe bawer in ku em ê ji bendê derbas bibin. Tevî hemû zext û zordariyan jî HDP wê di 24'ê Hezîranê de careke din bi ser bikeve."

Di dewama axaftina Ertan bal kişand ser dîlgirtina namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û got, "Siyasetmedarê rûyê li ken û durust Demîrtaş xîtabî tevahiya civakê dike. Dîlgirtina wî ji ber tirsa ji siyaseta wî ye."

Ertan da xuyakirin ku desthilatdariya heyî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî Demîrtaş dîl girtiye, sûcdar îlan kiriye û got, "Em di nava şert û mercên ne wekhev de tevlî hilbijartinê dibin û bi vî rengî kampanya xwe ya hilbijartinê dimeşînin. Tevî vê zordariya giran jî em bi moral û motîvasyoneke mezin ji hilbijartinê re amade ne."

Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan işaret bi tevlîbûna Tansû Çîller û Mehmet Agar li mîtînga Erdogan kir û got, "Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve ji xwe haya me ji tifaqa wan a veşartî û tarî hebû. Piştî ewqas bêhiqûqiya li vî welatî kir, Erdogan êdî pêwîstiyê pê nabîne ku kiryarên xwe veşêre. Erdogan pesnê vê yekê dide. Ya rast, zûdeyî xwe qedandiye. Di navbera gotinên Erdogan ên nû dest bi siyasetê kir û yê niha de gelek ferq heye. Erdogan bi mîtînga Stenbolê re ragihand ku wî aqlê xwe radestî vê koma tarî ya salên 90'î kiriye. Gotinên li ser îdamê, ji bo paşeroja welêt cihê tirs û fikaran e... Li holê hevrikiya partiyeke siyasî nîne, siyaseteke ku li ser dijminatiya li Kurdan dimeşe, heye."

Ertan destnîşan kir ku AKP niha hewl dide civakê berde hev, berê mirovan bide şer û got, "Di hedefa dawî ya vê polîtîkayê de Kurd hene. Ev yek ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e. Dijminatî li hemû Kurdên li çar aliyan tê kirin. Haya gelê Kurd ji vê polîtîkayê heye."

Ertan diyar kir, hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê ji ber polîtîka û kiryarên AKP'ê bibe hilbijartina ku tevlîbûna wê herî zêde ye û got, "Gel wê biçe ser sindoqan û pêşî li her tiştên şaş bigire. Gel wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bide û xwedî li dengê xwe derkeve."

BANGA JI BO MÎTÎNGÊ

Ertan ji bo mîtînga fînalê ya sibe ya li Wanê got, "Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengê xwe, bi tililî û govenda xwe tevlî mîtîngê bibe."