BI DÎMEN

Ozer: Li dijî çand û zimanê me polîtîkayên qirêj têne meşandin

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer got, "Ji ziman û govenda me ditirsin. Em ê bi govend, ziman û gotinên xwe aştiyê bînin."

ÊRIŞÊN LI SER KURDÎ

Xweranegirtina li Kurd û Kurdî ya dewleta Tirk dewam dike. Ji ber ku bi Kurdî stran gotin, govend gerandin an jî dirûşm qîriyan, di nava 15 rojên dawî de nêzî 50 kes hatin girtin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer êrişên li ser Kurdî û polîtîkayên faşîst nirxand.

POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TÊNE MEŞANDIN

Ozer anî ziman, ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku sed sal in li ser ziman, çand û hebûna Kurdan tê meşandin hîn jî dewam dike û got, "Bi hinceta ku stranên Kurdî gotin ciwanên me, dayikên me, gelê me hate girtin. Têrê nekir li Wan, Amed, Êlih û gelek bajarên me nivîsên bi Kurdî yên 'Pêşî peya' hatin jêbirin ku şaredariyên DEM Partiyê ji bo hişyarkirina trafîkê li ser rê danîbûn. Ji her alî ve êriş li ser nirxên gelê Kurd têne kirin. Sê xwişk ji ber ku li dawetê li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin girtin. Ev yek nîşanî me dide bê polîtîkayên nijadperestî yên li dijî Kurdan li vî welatî gihîştiye kîjan astê. Di sedsala 21'ê de hîn jî helwesteke nijadperest û faşîzan li hemberî gelê Kurd tê nîşandan. Desthilatdarî li hemberî ziman, çand, huner, xwezaya me polîtîkayên qirêj dimeşîne. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê bi gelê xwe re li ber van polîtîkayan rabin."

WÊ NIKARIBIN BITEPISÎNIN

Ozer diyar kir ku desthilatdarî ji ziman û govenda Kurdan ditirse û got, "Em baş zanin ku pirsgirêk ne tenê govend e. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd tê kirin. Dixwazin gelê Kurd asîmîle bikin. Lê belê gerandina govendê, qîrîna dirûşman, gotina stranên Kurdî qedexe nîne. Bêguman di qanûnên wan de jî ev yek tê gotin, lê belê qanûnên xwe jî nas nakin. Bi rengekî kêfî mirov girtin. Ji ziman û govenda me ditirsin. Em ê bi govenda xwe, bi zimanê xwe, bi gotinên xwe aştiyê bînin. Bi ziman, çand û govenda xwe em ê bijîn. Çi dikin bila bikin Kurd wê dest ji govend, çand û zimanê xwe bernede. Weke partî jî em ê nerazîbûnên xwe dewam bikin. Ji roja destpêkê ve li qadan li dijî van polîtîkayan em bi dengekî bilind stranên xwe dibêjin, govenda xwe bi coş digerînin. Wê nikaribin me bitepisînin."

EM ÊRIŞAN QEBÛL NAKIN

Ozer di dawiya axaftina xwe de got, "Nikarin zimanê gelekî tine bihesibînin. Zimanê bi milyonan mirovî Kurdî ye. Ti êriş nikare li pêşiya axaftina bi zimanê bi milyonan mirovî bibe asteng. Aliyekî hiqûqî yê vê yekê nîne, her wiha li dijî mirovî û exlaqî ye."

Ozer destnîşan kir ku ew ti êrişan qebûl nakin.