Ozen: Tecrîd nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e

Parêzer Şivan Cemîl Ozen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, pêkanîna li Îmraliyê û nêzîkatiya pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ne.

Parêzer Şivan Cemîl Ozen diyar kir, dewleta Tirk ji aliyê polîtîk ve hewl dide tolê ji Ocalan hilîne.

Ozen ragihand, sîstema Îmraliyê nîşaneya wê yekê ye ku dewlet bi rengekî kêfî tevdigere û hiqûqê bi cih nîne. Parêzer Ozen anî ziman, li Îmraliyê rejîmeke taybet heye û ev yek li dijî Kurdan hemûyan e. Ozen got, "Tecîd, îzolasyon, tine û xizanîkirin nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka Kurd e. Mirov nikarin rewşa heyî bi hiqûqe vebêjin. Tecrîda heyî sûcê li dijî mirovahiyê ye. 6 milyon mirovî ji bo Birêz Ocalan gotin; îradeya min a siyasî ye. Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk gelekî hewl da û kir ku bigihêje Mutabaqata Dolmabahçeyê. Dewletê jî ev dît û hevdîtin kir. Niha astengkirina hevdîtina bi parêzeran, malbatê û wasiyê wî, tenê bi gotina 'tecrîdê' nayê vegotin. Em dibêjin, 'tecrîd nîşaneya nêzîkatiya li Kurdan e'."

NERAZÎBÛNA LI CPT

Ozen helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya li ser tecrîdê rexne kir û got, saziyeke ku encama serdana xwe eşkere nake, bawerî û bêalîgiriya wê cihê nîqaşê ye. Ozen diyar kir, saziyeke ku li gorî hevsengiyên hêzê cihê xwe diyar dike, nikare serbixwe be û got, "Bêdengiya CPT bû sedem ku niha li sedan girtîgehan grevên birçîbûnê yên bê dawî û bê dorveger dest pê bikin. Bi sedan kes li girtîgehan ji bo bidawîbûna tecrîda giran û ji bo pêkanîna hiqûqê çalakiyan dikin. Muwekîlên min jî di nava van de ne."

DAXWAZ REWA Û MAFDAR E

Ozen anî ziman, daxwaza ji bo aştî, lihevkirin û diyaloga civakî, xwesteka ji bo rakirina sîstema li Îmraliyê daxwazeke rewa û mafdar e û got, "Pêkanînên ku xizmetê ji biratî, wekhevî û aştiya civakî re nakin wê rê li ber windakirinê vekin."

Di dewama axaftina xwe de Ozen bal kişand ser biryardariya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got, "Leyla Guven rewşa xwe ya tenduristiyê nade pêş, daxwaza berdanê jî nake. Ya ku ew dixwaze çareserî ye. Ji bo vê jî dixwaze tecrîd bê rakirin. Pêwîste tavilê bersiv ji vê daxwazê re bê dayin. Dewleteke hiqûqê ya demokratîk bersivê dide vê daxwaza rewa."

DEWLET LI GORÎ PÎVANÊN XWE JÎ TEVNAGERE

Şivan Cemîl Ozen anî ziman, sîstema Îmraliyê û pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ne û got, "Nêrîn û nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirgêka Kurd çiqasî biguhere, sîstema li Îmraliyê jî wê ewqasî biguhere. Ya ku li hemberî me ye, nêrîneke siyasî ya ne hiqûqî ye. Dewlet neçar e li gorî hiqûqê tevbigere. Ji ber vê yekê divê dewlet tavilê dest ji rejîma tolhildanê ya li Îmraliyê berde. Dewlet neçar e li gorî pîvanên xwe tevbigere."