Ozdemîr: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Îmrali ye

Ozdemîr diyar kir ku pêşniyar û perspektîfên Ocalan ên têkildarî çareserkirina krîzan rêyeke nû pêşkêş dikin û got: “Li Rohilata Navîn navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Îmrali û Birêz Ocalan e.’

Endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mehmet Nurî Ozdemîr der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re axivî.

‘TECRÎD DIBE SEDEMA KRÎZEK GIŞTÎ ’

Ozdemîr bi bîrxist ku îsal 21. Salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî gelên Kurdistanê tijî bû û wiha axivî: “Ez wer difikirim divê mirov komployê hem têkildarî Kurdan û Tirkan hem jî dewletên bi awayekî para wan di komployê de heye bi awayekî pir berfireh bigire dest. Di heman demê de ez dibêjim ku pêwîst e  gotina komploya navneteweyî jî bê guhertin, bi navekî din mirov derbasî pêvajoyeke din bibe. Sedema vê jî ew e, hem merheleya pirsgirêka Kurd gihiştiyê, hem jî pêşniyarên Birêz Ocalan û krîza Rojhilata Navîn dema mirov pêkve dinirxîne, bi rastî jî mirov dibîne pêwîstî bi guhertinê heye. Yanî di aliyê civakî, siyasî, ekonomîk de pêwîstî bi guhertineke cidî heye. Krîzeke komî û giştî heye. Her wiha bihurîna ji vê krîzê jî bi rastî aqilekî bingehîn hewce dike. Dema mirov li her du xetên hegemonyayê dinihêre. Ya rastî tiştên ji hev cuda nabêjin. Herî kêm dema mirov li pêvajoya heta 1989’an jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî dinihêre, xeta Amerîkayê ya jêre cîhana azadiyan dihat gotin, her wiha ku car caran kapîtalîstan jî dianî ziman, xeta wan a hesin û xeta sosyalîst dikarin di perspektîfên cuda de li cîhanê binihêrin. Lê belê di merheleya em gihiştinê de tê dîtin ku hegemonya bi temamî gihiştiye hev û ji cihekî axaftinê dike. Yanî pîşeya leşkerî, polîtîkayên wan ên ekonomîk, nêzîka wan a ji gelan re, bi esasî nêzîkatiyeke desthilatdarî ye û ev krîzê çareser nake. Ji lewra divê em vê tecrîda li ser Birêz Ocalan a 21 sal in didome jî hinekî bi vir ve girê bidin.” 

TÊKILIYÊN KURD Û TIRKAN ÊN DÎROKÎ

Ozdemîr anî ziman ku dema mirov li aqil, pêşniyar, perspektîfên têkildarî astengkirin û çareserkirina krîzan ji Îmraliyê derdikevin dinihêrin, dibînin Birêz Ocalan rêyeke din pêşkêş dike û got: “Yanî ev ku car caran tên krîmînalîzekirin jî dewletê bi xwe jî gelek caran gotinê Ocalan cidî girtine, bala xwe daye ser wan û weke her kes jî pir dizane di pêvajoya 2013-2015’an de pêvajoyeke aştî û çareseriyê hat avakirin. Her wiha nîşaneya herî mezin a têkildarî mijara bê şikandina tecrîdê çi qasî bi feyde ye, li gor me ev berling e. Yanî dema mirov bi giştî li berlinga siyasî, civakî, ekonomîk û têkiliya di navbera gelan de ya di navbera 2013-2015’an de dinihêre, tê dîtin bê bi tecrîdê re çawa çareseriya bi rêya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye xitimandin, di heman demê de bi vê re jî krîzên li Tirkiye dest pê kirin, bê çawa ava bûne. Eger mirov li wê xisûsê binihêre dikare pir baş bibîne. 

Ji lewra herî dawî bi greva birçîbûnê ya parlamentera me re li hemberî vê tecrîda mutleq pêvajoyek hat destpêkirin. Ev pêvajoya di pêşengiya Leyla Guven de bi rastî jî li hemberî vê krîzê bertekek bû. Li hemberî vê bêçareseriyê, bêsiyasetê weke nerazîbûnekê me xwend. Piştî wê hinek hevdîtin çêbûn. Hevdîtinên parêzeran ên ji sala 2011’an ve pêk nedihatin çêbûn. Ez ne şaş bim 5 hevdîtin çêbûn, di van hevdîtinan de jî ev tabloya me berî niha behs dikir hebûn. Birêz Ocalan ji hevdîtina xwe ya yekemîn heta ya dawî behsa têkiliyên Kurd û Tirkan ên dîrokî, mijara hinek kêmasiyên tevgera siyasî di nav xwe de dijî, dîsa der barê krîza dewletê de gotin, pêşniyar û perspektîfên bir wate û girîng pêşkêş kir. Yek ji wan pir bala min kişandibû. Pêşniyara Birêz Ocalan a bi awayê, ‘Eger şert û mercên guncaw bibin, ez dikarim pirsgirêka Kurd di nav hefteyekê de çareser bikim’ bi rastî jî divê cidî bê destgirtin.” 

‘PÊWÎSTÎ BI AQILEK POLÎTÎK HEYE’

Ozdemîr da zanîn ku tabloyeke pir xirab li pêşiya wan e û di vir de bi rastî jî pêwîstî bi aqilekî polîtîk heye û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Nuqteya ku dewleta Tirk hatiyê em dibînin. Mixabin niha dîsa behsa darbeyê tê kirin. Rewşa li Sûriyeyê ketiyê li holê ye. Li aliyekî şerê wekaletê ye û niha ev veguherî ye şerekî di navbera dewletan de. Tabloyeke wiha li pêşiya me ye. Niha di vir de bi rastî jî pêwîstî bi aqilekî polîtîk heye. Di vê nuqteyê de bi awayekî ku van hemû pirsgirêkan yekpare dibîne û siyaseta her kes jê feyde dibîne hewce ye em li mijarê binihêrin. Birêz Ocalan hem weke lîderekî siyasî hem jî weke entelektuelekî pêşniyarên ji bo vê krîzê kirine û tesîra wî ya cidî ya li ser beşên civakê mewzûbehs e. Lewma em wer difikirin ku domandina tecrîda mutleq wê feydeyê nede ti aliyan. Ji lewra di vê nuqteyê de Birêz Ocalan behsa aqilê dewletê kiribû û ev aqil car caran ji deverên ku krîzan dibîne tevlî lîstikê dibe. Divê ev aqil bi awayekî ku vê tecrîda mutleq ji holê rake gav biavêje.”

‘PIRSGIRÊKA ESAS PIRSGIRÊKA KURD E’

Ozdemîr bal kişand li ser pêvajoya di sala 2013-2015’an û got: “Em tecrîdê weke tecrîda mutleq tarîf dikin û em pêvajoya 2013-2015’an weke nîşaneyeke muezem nîşan didin. Her wiha weke tecrûbeyeke hatiye jiyîn em dibînin û bal dikişînin ser. Pirgirêka Tirkiye niha dijî, bi pirsgirêka Kurd re, pirsgirêka demokrasiyê û rejîmê ye. Dema em li wan hemûyan dinihêrin meseleyeke kilît heye. Ev jî bi damezirandina komarê re heta niha çareser nekiriye. Van pirsgirêkan car caran weke pirsgirêkên rejîmê terîf dikin. Dem bi dem weke pirsgirêka merheleya bihurînê bi nav dikin. Hinek caran jî dibêjin, wesayet heye û mudaxele tê kirin. Lê li gor me pirsgirêka esasî çaresernekirina pirsgirêka Kurd e, yan jî israra di neçareserkirinê de ye û rêvebirina neçareseriyê ye. Yanî neçareserî tê rêvebirin, çareserî nayê rêvebirin. 

Ji lewra dema mirov ji vî alî de lê dinihêre tê dîtin ku sedema li Tirkiyeyê demokrasî bi sazî nabe, dîsa sedema bingehîn a xizantiyê, krîza ekonomîk, sedema gel tên hemberî hev pirsgirêka Kurd e. Û heta ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, krîza demokrasiyê, krîza rejîmê, krîzên ekonomîk wê li pey hev werin. Mînak niha em dibînin mirov xwe dişewitînin. Ev tiştekî pir bi êş e. Ji Colemêrgê heta Edîrneyê mirovên ciwan bedena xwe didin ber agir. Ji ber qadên demokrasiyê girtîne, mirov nikarin refleksên xwe jî bînin ziman. Mînak eger mirovan karîbûya mafên xwe yên protestoyê bi kar bînin, mafên xwe yên demokratîk bi kar anîbana, wê xwe neşewitandibana, dê karîbana dengê xwe bidin bihîstin. Lê ya rastî ev jî hatiye girtin. Ev tişt ji mirovan re hatiye girtin. Mirov nikarin axaftina xwe bikin. Ji lewra ji mirovan re çi dimîne? Ya dimîne ew e canê xwe bidin, xwe bişewitînin. Ev tiştekî pir bi êş e. Lewma em jî bi awayekî xwerexnekirinê li vê mijarê dinihêrin. Sedema mirov xwe diweşîtinin em bi awayê ku AKP ev tecrîda mutleq li ser tevahî welat ferz kiriye nîşan didin. Dema mirov ji vî alî ve lê dinihêre, li gor me navnîşan û rêyên çareseriyê jî diyar in. Em di wê baweriyê de ne, di vir de israreke pir bi zanebûn heye. Yanî bi zanebûn ev pêvajo tê dirêjkirin. Lê divê mirov ji vî alî ve lê binihêre. Siyaset tiştekî ku bi tena serê xwe tê kirin nîne. Dema siyaset tê kirin meseleyeke exlaqî jî heye, li pişt wê aliyekî dîrokî jî heye. Dîsa dema siyaset tê kirin di nav de pêkhateyên civaka mirov di nav de ye hene. Mînak îro li Tirkiyeyê ji asta jêr heta jor gel pêkve dijîn. Kurd-Tirk, Elewî-Sunnî mirov bi hev re li heman taxê dijîn. Li heman firinê nan dikirin. Lê bawer bikin, aloziyek wer heye ku ez ji duh mînakekê bidim. Duh mamosteyekî întîhar kir. Beriya xwe bikuje behsa bêbaweriyê dikir. Ev encameke ku aqilê siyasetê ava kiriye.” 

‘ŞÊWAZÊN TAYBET LI TIRKIYEYÊ KETINE DEWRÊ’

Ozdemîr destnîşan kir ku nuqteya bingehîn, meseleya bingehîn, meseleya tecrîda mutleq a li Girava Îmraliyê û şêwazê rêvebirina taybet li tevahiya Tirkiyeyê  tê pêkanîn e. Ozdemîr bilêv kir ku rewşa li girtîgehan jî bi vê ve girêdayî ye û wiha dom kir: “Têkildarî girtîgehan jî eger mirov mînakekê bide. Di navbera salên 2013-2015’an de hejmara girtîyên Kurd daketibû heta 4 hezarî. Di merheleya em gihiştinê de dîsa bûn zêdetirî 10 hezar kesan. Her roj mirovên siyasetê dikin, weke şovekê tên binçavkirin, paşê tên berdan an jî girtin. Gelo ma ev dibe çareserî? Yanî ma Kurd dest ji mafên xwe berdidin? Yan jî ma dewletê di vê mijarê de tiştek bi dest xist, yanî ma bû çareserî? Dema mirov lê dinihêre tê dîtin ku tiştek nîne. Hê zêdetir, maliyet, pere, texrîbat, di navbera mirovan de tovên hêrs û kînê çêdibin.” 

‘DIVÊ AQILÊ SIYASETÊ ÇÊBIBE’

Ozdemîr diyar kir ku divê aqilê siyasetê, ya ew jê re aqlê selîm dibêjin çêbibe û wiha got: “Li vir kar dikeve ser milên siyasetê. Yanî divê saziya siyasetê, CHP, AKP, HDP, bi awayekî pir eşkere vê bêjin. Mînak AKP di hinek civînan de dibêje me pirsgirêka Kurd çareser kiriye. Em meraq dikin bê çawa çareser kiriye. Fikreke wê heye? Mînak têkildarî Kurdan çi difikire. Dema ket Efrînê qet nafikire bê 20 mîlyon Kurdên di nav welêt de çi dibêjin? Ma qet nafikire ew mirov xwedî heman hestan in. Em li CHP’ê binihêrin. Têkildarî pirsgirêka Kurd çi çareseriya CHP’ê heye? Der barê tecrîdê de nêzîkatiya wê çi ye? Divê derkeve û vê bêje. Di vê mijarê de hewce ye raya giştî jî hestyar be. Her wiha weke HDP’ê em jî divê wiha nêzîk bibin. Ji ber ev pirsgirêk, bi awayekî yekpare ye. Mînak ez wer difikirim ku herî kêm ji sala 2015’an ve bi awayekî dijberkirina hev siyaset tê kirin. Lewma em zêde pêş neketine û her diçe em ber bi rewşeke xerab ve diçin. Ji lewra ji cihekî divê guhertinek dest pê bike. Rêya vê guhertina mezin jî, ku 5 hevdîtinên dema tecrîda mutleq şikest hebûn. Dema mirov li wan hevdîtinan dinihêre tê dîtin ku di wê pêvajoyê de ya rastî civakê bêhnek stend. Ez vê jî bêjim, bendewariyên her kesî hene. Dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, li Tirkiyeyê ji sedî 80 mirovan erê kir. Tevî ji sedî 80 jî AKP’ê dest ji pêvajoya çareseriyê berda. Divê em vê bêjin. Yek ji rêyên ku AKP ji krîza xwe ya di roja îro de bihurîba ew bû. AKP’ê bi vê re gaveke dibe ku bibe sedema çûyîna wê avêt. Ya niha tê dîtin û tablo li ber çavan e ku AKP ji her alî ve dihele. 

Du sedemên vê helandinê hene. Yek jê polîtîkaya têkildarî derve ya li ser esasê dijbertiya Kurdan e. Her wiha li hundir jî bi heman rengî li ser esasê dijbertiya Kurdan polîtîkaya ku dimeşînê ye. Ji dema ku dijbertiya Kurdan daye destpêkirin, pevçûna bi Kurdan re daye meşandin, AKP xwînê winda dike. Mirov nikare pirsgirêkê tenê bi hîleyên hilbijartinan û di sindoqan de çareser bike. Yanî di nuqteyekê de wê winda bike. Em lê binêrin desthilatdariyeke 17-18 salan heye. Dema winda bike dê ew hemû destketiyên wê jî hilweşin. Ji lewra hem ji bo me, hem ji bo AKP’ê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê hinek rastiyên bingehîn hene. Bi awayekî yekpare weke civaka Kurd, civaka Tirk divê em nexşerêyekê deynin pêşiya xwe. Rûnin û bi awayekî bi tenduristî bifikirin. Eger bi vî awayî biçe, ev çûyîn çûyîneke xerab e. Em hemû vê dibînin. Mînak 15’ê Tîrmehê hewldaneke darbeyê çêbû. Hinek dibêjin AKP ji vê pir hêz girt û xurt bû. Na! AKP xurt nebû. Di merheleya em gihiştinê de winda dike. Bi awayekî giştî jî em hemû, her kes berdêla wê didin. Berî niha jî weke min got. Li vî welatî mirov gihiştine asta ku xwe bişewitînin. Li Îranê mirov mafên xwe yên protestoyê bi kar tînin, li Tirkiyeyê mirov nikarin derkevin kolanan. Em ji vê re dibêjin tecrîd. Ev tecrîdek e. Ti kes nikare bê cem hev û daxuyaniyeke çapemeniyê li dar bixe. Ev mafekî gerdûnî ye, lê mirov nikarin bi kar bînin. Ji lewra eger hûn civakê ew qasî bifetisînin, dê ev ji civakeke bi tenduristî derkeve. Di aliyê sosyolojîk û siyasî de jî wê bigihêje merheleyeke pir cuda. Lewma em dibêjin ev rewşeke ku nikarin bi rê ve bibin, rewşeke bêsiyasetbûnê ye. Ev têcrîdeke ku ji Îmraliyê dest pê kiriye û li ser tevahî welat bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Em wer bawer in ku dê ev tecrîd bi vekirina deriyên Girava Îmraliyê re bê şikandin.”