Osman: Kampanyaya li dijî Waliyê Kerkukê ne li gorî qanûnan e
Hinek partiyên ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene, ji bo Waliyê Kerkukê Kerim ji peywirê bigirin dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Hinek partiyên ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene, ji bo Waliyê Kerkukê Kerim ji peywirê bigirin dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Hinek partiyên ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene ji bo Waliyê Kerkukê Necmedîn Kerîm ji peywirê were girtin, dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Di 28'ê Adarê de li Kerkukê li saziyên fermî alaya herêma Kurdistanê hatibû daliqandin, piştî biryara ku meclîsa bajêr girtî şûnde rakêşiya di navbera Kurdan û Bexdayê de didome. Vê carê li Parlamentoya Iraqê ji bo walî û meclîs ji peywirê werin girtin, dest bi komkirina îmzeyan kirin.
'BI ŞÊWEYÊ FERMANDAYINÊ NIKARE WERE ROJEVÊ'
Têkildarî mijarê Parlamenterê YNK'ê Mihemed Osman ji ANF'ê re axivî û wiha got; "Bi vî şêweyî, biryarên ku werin girtin ji ber ku ne li gorî Destûra Bingehîn e, nayên pêkanîn. Ji ber ku ya xalên madeya 140’an bi cih nayne, parlemento bi xwe ye.”
Mihemed Osman diyarkir ku hinek partiyên Sunnî, Şîî û Tirkmen ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene û dest bi komkirina îmzeyan kirine û wiha got; "Biryarên bi şêweyê fermandayînê li dijî Destûra Bingehîn e û ji bo pêkanîna van biryaran ti şans nîn e."
Osman wisa domand;
"Hinek Partiyên ku koma wan li Parlamentoya Iraqê hene wek, Sunnî, Şîî û Tirkmenan ji bo Waliyê Kerkukê ji peywirê were girtin dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kirine. Ev mijareke wisa ye ku bi şêweyê fermandayînê têkeve rojeva parlamentoyê. Ev pirsgirêkeke Destûra Bingehîn e. Ji ber vê jî ne mumkun e ku bi şêweyekî wiha encam were girtin. Beriya niha demekê di danişîneke parlamentoyê de biryar hat girin lê biryar nehat pêkanîn. Ji ber vê jî, şêweyên wiha ne rast in.
Biryarên ku bi îmzeyan were girtin li Kerkukê nayên pêkanîn û li ber çavan jî nayê girtin. Jixwe ew bi xwe sûcdar in. Ji ber ku li gorî madeya 140’an a Destûra Bingehîn divê di sala 2007'an de referandûm bihatiba çêkirin lê belê nehat pêkanîn. Ji ber vê çendê ew çi bikin bila bikin girtina biryareke wiha nayê pêkanîn. Ji ber ku wek min gotî biryara ku bigirin li dijî Destûra Bingehîn e. Ger ku ne li gorî Destûra Bingehîn bûya me yê bi xwe piştgiriyê bida.”