Operasyonên qirkirina siyasî: Li Amed û Mûşê 22 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Mûşê û Amedê de 22 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Mûşê û Amedê de 22 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya rejîma Qesrê û AKP'ê ya li dijî gelê Kurd didome. Di vê çarçoveyê de li gundên di navbera navçeya Hezro û Licê yên Amedê de 5 û li bajarokê Konakkûran ya bi ser navçeya Mûşê Milazgirê 17 kes hatin binçavkirin.
AMED
Di navbera navçeyên Hezro û Licê yên Amedê de, operasyona ku bi piştgirya hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve ku duh li gundan dabû destpêkirin, bi dawî hat. Leşkerên bi helîkopterê li gundê Helhel yê girêdayî Çitlibahçe yê Hezroyê hatibûn danîn, derdora gund dorpêçkirin. Leşkerên ku li gelek malên gund dest bi lêgerînan kirin, Remziye û Zahad ên ku paşnavên wan nehatin zanîn û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn, binçav kirin.
Nehat hîn bûn ku kesên hatine binçav kirin birine ku derê.
MÛŞ
Leşkeran li Bajaroka Konakkûran a navçeya Milazgirê ya Mûşê bi ser malan de girtin û 17 kes binçav kirin.
Leşkeran di saetên serê sibê de li bajarokê Konakkûran a Milazgira Mûşê bi kûçikan bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran, di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin. Leşkeran di serdegirtina malan de bi detektoran li hundirê malan lêgerîn kir û piştî lêgerînê 2 Keyayên gundan jî di nav de 17 kes binçav kirin û birin Fermandariya Komandoyê ya Milazgirê.