Operasyonên qirkirina siyasî: 5 siyasetmedarên din jî hatin girtin

5 siyasetmedarên Kurd ku di nav de aktivîsta TJA Ayşe Gukkan jî heye ku di operasyonên li navenda Amedê hatibûn binçavkirin de, hatin girtin.

Di 14'ê Hezîranê de li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê, operasyonek hatibû destpêkirin. Operasyona di çarçoveya dozeke "KCK"ê ya 2016'an de hatibû destpêkirinde, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Patrtiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî di nav de, bi dehan siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. 6 kesên ku 5 ji wan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Siyasetmedarên Kurd li miduryeta polîsan mafê xwe yê ne axaftinê bi kar anî, li dozgeriyê daxwaza parastina bi kurdî kirin, lê ev daxwaza wan ji hêla dozger ve hat redkirin. Piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dozgerê Cezayê Sûlhê hatin kirin. Siyasetmedarên bi navê Ercan Aslan, Yuksel Baran, Ayşe Gokkhan, Gul Kizilbaş û Ayeş Yagci li dozgeriyê parastina bi Kurdî kirin. Piştî îfadeyan dadgehê di biryara girtina her 5 kesan da.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de duh Abdurrahman Baran Dag, Sîbel Îldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattîn Kaygusuz, Cengîz Sokmen, Hasan Înatçi, Salih Keleş, Paşa Şeker û Nalan Guzen bi îdiaya "Endamê rêxstinê" ne hatibûn girtin.

Hat gotin ku Hasan Înatçi yê ku hat girtin nexweşê penceşêra mîdê ye û ev salek e tedawî dibîne.

Siyasetmedarên Kurd ên bi navê Şahcan Tunel, Kerem Dûrûk, Hanim Aydin, Ebubekîr Budak, Evren Ortaç, Helbest Îlkan û Necla Nergîz jî bi "Şertê kontrola edlî" hadibûn berdan.

Devran Balkaş hê li Miduryeta Polîsan a Amedê kar û barên îfadeyê berdewam dike.