‘Operasyonên artêşa Tirk bi têkşikînê bi encam bûn’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku operasyonên artêşa Tirk a li dijî hêzên gerîla bi têkşikînê bi encam bûne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê têkildarî operasyonên artêşa Tirk ên li Amed, Zap, Botanê û gelek herêman agahî dan.

Fermandariyê bal kişande ser berxwedana gerîla û diyar kir artêşa Tirk ji şikestina xwe re li qilfekî digere.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel berxwedana gerîla pîroz kir û got, ‘’em berdewamiya serkeftinê dixwazin’’

OPERASYONA LI AMEDÊ BI SER NEKETIYE

Fermandariyê di daxuyaniyê têkildarî operasyona eyaleta Amedê got: ‘’Navenda Ragihandina me ya Çapemeniyê têkildarî operasyonên 16’ê Hezîranê yê ku artêşa dagirker a TC’ê li Amedê, li herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Navdar û Şehîd Kawa û li dijî herema Zapê ya Qadên Parastina Medyayê, têkildarî şerê di van operasyonan de û çalakiyên ku hêzên me pêk anîne, bi daxuyaniyên rojane raya giştî bi berfirehî agahdar kirine.

Êrîşên dagirkerî yên ku eyaleta me ya Amedê ji xwe re kiribûn armanc, dawiya meha Gulanê dest pê kiribûn lê ya ku hêvî dikirin bi dest ve neanîbûn. Piştî ku hêzên me yên gerîla derb lê xistine hêza operasyonê guhartine û qada operasyonê berfireh kirine. Bi hezaran leşkerên ku bi tevgera zêde ya balafirên keşfê, balafirên şer, bi desteka gule reşandinê ya helîkoptêran ji bêjahiyê bi pêş ve diçûn li pêşberî afîneriya mezin a taktîkî û şêwaza tevgerê ya gerîlayên me bi ser neketine.’’

ARTÊŞA TIRK JI SERNEKETINA XWE RE LI QILFEKÎ DIGERE

Fermandariyê got artêşa Tirk ji serneketina xwe re li qilfekî digere û got:

‘’Artêşa TC’ê ya dagirker ku ji serneketina xwe re li qilfekî digere bi rengekî tolhildêr berê xwe daye gelê me û hovîtî kirine. Bi asteke ku ji pratîka 1994’an a dijmirovî ku li tevahiya welat dikirin zêdetir polîtîkaya qirkirinê pêk anîne, di dema operasyonê de nehiştine gundî biçin gundên xwe û ji gundên xwe derkevin, gelê me mexdûr kirine, bi sedemên kêfî hatine revandin, girtin û kuştin.

Li gel hemû hewldanên xwe artêşa TC’ê ya dagirker ya ku negihaştî armancên xwe, operasyona Amedê ji bo wan bê guman bûye têkşikîn.’’

OPERASYONÊN ZAP Û BOTANÊ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî operasyonên bi ser herêma Zapê ya ji xeta Çelê û Botanê jî wiha got:

‘’Bi heman rengî hêzên dagirker bi ser herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê de jî yek ji operasyona herî mezin a van salên dawî daye destpêkirin. Artêşa dagirker a TC’ê ku ji 16’ê Hezîranê ve hemû derfetên teknîkê bi kar tîne, nekariye xeta parastinê ya hêzên me bişkîne. Destûr nedaye ku leşkerên dagirker ku bi 24 saetan bi çavdêriya balafirên keşfê ne û qad dane ber obûs û hawanan bi pêş ve biçin. Gerîlayên Kurdistanê, li gel keşfa zêde ya balafirên keşfê, bombekirinên helîkoptêrên kobra û balafirê şer jî ketiye nav mewziyên leşkerên dagirker û bi dehan çalakiyên serketî pêk anîne.

Her wiha dîsa artêşa TC’ê ya dagirker li Qileban a Şirnexê li derdora gundên Hîlal, Mijîn û Şirîfê operasyoneke mezin daye destpêkirin, lê ev operasyon jî hatiye şikandin. Gerîlayên Kurdistanê ku ji hemû êrîşên dijmin re hazir bû, ji saetên pêşî yê operasyonê ve li dijî leşkerên dagirker çalakiyên serketî pêk anîne û derbên giran li wan xistine. Artêşa Tirk a ku ji ber derbên xwarî nekarî bi pêş ve biçe neçar maye ku vekişe.

Berxwedana mezin a gerîla ku li Amed, Zap û Şirnexê nîşan dayî tije ders in û encamên girîng afirandine. Li dijî çekên teknolojîk ên dijmin bi taktîkên afirîner ê gerîla careke dî hatiye ispatkirin bê ka çendî serkeftî ne. Dijmin careke dî jî hatiye pûçkirin û derbên mezin xwarine.

GERÎLA HATIN PÎROZKIRIN

Em Fermandariya Biryargeha Navendî ji ber berxwedaniya li dijî operasyonên dijmin hemû gerîlayên xwe pîroz dikin û berdewamiya serkeftinê ji wan re dixwazin.’’