Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Operasyona YBŞ/YJŞ û artêşa Iraqê berfireh bû

Operasyona hevpar a hêzên YBŞ/YJŞ, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ku li gundekî Şengalê serê sibehê dest pê kir, berfireh bû.

Operasyona hevpar a li herêma Golatê ya Şengalê dest pê kir, bi berfirehî didome.

Operasyon piştî nîvro li herêmên Şexmendan, Solax û Piren Ewran hate berfirehkirin.

Operasyona ku ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê pêk tê, bi biryardarî didome.

Hat diyarkirin ev operasyon berdewama operasyonên 11 û 26'ê Tîrmehê yên hevbeş in, ku dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn meşandin.

Di 11'ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li herêma navbera Selehedîn, Anbar û Musilê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin.

Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 2 Êzîdî Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyonek nû kiribûn.

Di encama operasyonê de 2 çete hatibûn kûştin.

25'ê mehê jî, hêzên YBŞ-YJŞ'ê weke berdewamiya operasyonê, li herêmên gûnden Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê operasyon meşandibû.

Di encama operasyonê de stargeheke çeteyên DAÎŞ'ê hatibû dîtin ku gelek çek û cebilxane tê de bûn.