Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî: 51 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî yê Metînayê danîn, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî hate lidarxistin. Di çalakiyan de ku hîn jî dewam dikin, 51 dagirker hatin cezakirin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dan; li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku êvara 15'ê Hezîranê xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî yê Metînayê danîn, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî hate lidarxistin.

Hate ragihandin, di çalakiyan de ku êvarê destpê kir û hîn jî dewam dikin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 51 dagirker hatine cezakirin.

Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî bi çalakiyên gerîla dewam dike. Tê payin ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyonê daxuyaniyeke berfireh bide.