Operasyona Telafer: 2 gund hatin rizgarkirin
Fermandarê Operasyona Rizgarkirian Telaferê Ebdulemîr Yarela ragihand ku îro ji aliyê hêzên wan ve gundên Tomî û Mecarîn ên Telaferê hatine rizgarkirin.
Fermandarê Operasyona Rizgarkirian Telaferê Ebdulemîr Yarela ragihand ku îro ji aliyê hêzên wan ve gundên Tomî û Mecarîn ên Telaferê hatine rizgarkirin.
Fermadarê Operasyona Rizgarkirina Teleferê Ebdulemîr Yarela îro têkildarî operasyona rizgarkirina navçeya Telefer a Mûsilê ku duh hatibû destpêkêrin daxuyaniyek da.
Fermadarê Operasyona Rizgarkirina Teleferê Ebdulemîr Yarela destnîşan kir ku Tûgaya Mûşat a 15'an di çarçoveya operasyona rizgarkirina Teleferê de gundên Tomî û Mecarîn rizgarkirine û ala Iraqê lê bilind kirine.
Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê Heyder Ebadî duh saetên serê sibehê, di ragihandinekî li ser televîzyonên Iraqê de diyar kir ku operasyona kontrolkirina navçeya Telefer a rojavayê Mûsilê destpê kiriye.
Telefer a ku navçeya herî mezin a Iraqê tê zanîn, pêş 2 salan ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê. Telefer 30 kîlometir dikeve rojavayê Mûsilê.
Duh jî hêzên Iraqê ragihandibû ku li derdora Telefer 7 gund û 2 herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.