Operasyona Reqayê: Li gundê Metabê şer giran e
Li gundê Metabê yê li navbera Reqa û Dêra Zorê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Li gundê Metabê yê li navbera Reqa û Dêra Zorê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji eniya Ebû Xeşebê bi pêş ve diçin, gundê Cezera yê li rojavayê Dêra Zorê ye, duh ji çeteyan paqij kiribûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şervanan xwe gihandin gundê Metab ê li rojavayê gundê Cezera ye û li vê derê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Der barê vî şerî de agahiyên berfireh hê bi dest neketine.