Omer Ocalan: Naxwazin Ocalan bi gel re danûstandinê bike

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan: Ji bo Kurdan em di pêvajoyekî krîtîk de ne. Naxwazin Birêz Ocalan bi gelê xwe re tû têkilî dane. Divê dawî li vê were.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan wiha got; “Têkoşîn û destkeftiyên gelên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê sedemê bingehêin yê tecrîda giran ya li ser Rêber Ocalan e ji aliyê dewleta Tirk ve  Ev rewş hem zirarê dide gelê Kurd û hem dide dewleta Tirk.”

Serlêdanên hevdîtina bi  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya malbat û parêzaran a hefteya derbasbûyî weke heman hincetên berê hatibû red kirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmralî û ji 11’ê Îlona 2016’an ve hevdîtina malbatê ya bi Ocalan re tê astengkirin. Bi tu awayî ji ewlehî û tenduristiya Ocalan agahî nayê girtin û fikarên di vî alî de her diçe zêde dibin.

TECRÎD BIRYAREKE SIYASÎ YE

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan got ew ji rewşa jiyan, tenduristi, ewlehî û tecrîda li ser Ocalan bi fikarin. Ocalan diyar kir ku ji bo hevdîtinê her hefte parêzer serlêdan dikin û wiha domand; “Mixabin serlêdanên me ji aliyê hincetên vale ve tên redkirin. Heta niha ‘Koster’ û ‘Rewsa Awarte’ weke hincet nîşan dida lê piştî Rewşa Awarte heman hincetan nîşan didin. Ji van hincetên bê mantiq tê zanîn ku ev biryareke siyasî ye. Ji bo Kurdan em di pêvajoyekî krîtik re derbas dibin. Di qonaxa niha de naxwazin Rêzdar Ocalan bi tu awayî têkilî bi gelê xwe re dane.”

LI DIJÎ DESKEFTIYÊN KURDAN E

Ocalan got, êdî dizanin gelê Kurd bê statû najîn û ji bo vê asteng bikin, ji bo hemû destkeftiyan xesp bikin hemû rê û rêbazan bikartînin. Ocalan wiha domand; “Divê em bi vî awayî temaşeyî tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bikin. Têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê sedemê herî bingehîn yê tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan e ji aliyê dewleta Tirk ve. Ev rewş hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo dewleta Tirk zirar e.”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan herî dawî wiha got; “Ev bûyerên tên jiyîn tenê wê bê çareseriyê kurtir bike. Divê tecrîda giran ya li ser Rêzdar Ocalan bi dawî bibe. Mîmarê pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015’ê de Ocalan bû. Vêya jî herî baş civak dizane. Bi Rêzdar Ocalan re kengê diyalog hate qutkirin wê demê rewş guherî. Ev hemû ji bo gelê me baş analîz kirîbû.”