Omer Ocalan: HDP navnîşana reng û hemû baweriyan e

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku HDP sîwana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye û anî ziman ku HDP navnîşana tifaqa wijdanê ya gelan e.

Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê rêza 4'emîn ê Rihayê û Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan derbarê namzetiya xwe û polîtîkayên HDP’ê de ji ANF’ê re axivî.

‘HDP PROJEYA VEGERA LI CEWHERA MIROVAHIYÊ YE’

Ocalan da zanîn ku HDP navnîşana reng û hemû baweriyan e û wiha axivî: “HDP sîwana tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. HDP navnîşana tifaqa wijdanê ya gelan e. Çi Kurd, Ereb, Sûryanî, Elewî, Êzidî û Misilman dibe, cihê hemû ol bawerî û netewan dibin sîwana HDP’ê de heye. Cudabûna HDP’ê weke dewlemendiyek a li ser vê xakê ye. Projeya HDP’ê vegere cewhera mirovahiyê ye, ji bo vê jî cihê me di HDP’ê de heye û ne îro bi salan e em dibin sîwana vê rêxistinê de xebatên siyasetê didin meşandin. HDP navnîşana demokrasî, azadî, aştî û edalete ye. Her kes xwedî yek fikir e ku hikûmeta AKP'ê ti tişt ji gel re neanî û pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi HDP’ê heye.”

‘EM Ê HEMÛ BENDAN BI RÛXINÎN’

Ocalan anî ziman ku AKP-MHP’ê bi tifaqa ‘Cûmhûr’ û CHP-ÎYÎ jî bi tifaqa ‘Mîllet’ xwestin navnîşana gelan di bin bendê de bihêlin û wiha pêde çû: “Her kes dizane benda ji sedî 10 tenê ji bo Kurd nekarin derbas bike hatiye danîn û niha jî dixwazin Kurdan li derveyî meclîsê bigrin. Her kes bila bizane ku ti pirsgirêka HDP’ê ya bendê tine ye. Ji bo ku HDP bendê derbas nake, êrîşên mezin pêk tên. Di 24’ê Hezîranê de wê Kurd hemû bendan birûxîne û dawiya zilmê bîne. Li Tirkiyeyê herdemê sîstem li dijî hebûna Kurdan derketiye û nexwestine Kurd bibin xwedî statu. Ji bo vê jî divê em hemû bixebitin û di sedsala 21’an de em bibin xwedî statû. Eger em ji bo statûya xwe nexebitin û nebin xwedî statu wê êrîşên dijwartir li ser Kurdan de bê. AKP’ê hemû planên xwe li ser HDP’ê pêkaniye û dixwaze weke her carê îradeya gelan bidîzin. Bila AKP bizane HDP li Rihayê wê bibe partiya yekemîn û dengên serokomariyê jî wê ji bo Demîrtaş bên dayîn.” 

‘HDP NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’
 
Ocalan bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye û rêbazên çareseriyê û da zanîn ku tenê rêya çareseriyê HDP ye. Ocalan bilêv kir ku destpêkê li vî welatî pirsgirêka Kurd heye û wiha dom kir: “Li vî welatî pirsgirêka Kurd, Ereb, Elewî, Êzîdî, Sûryanî û Tirkan heye. Em naxwazin van pirsgirêkan ji hevdu cuda bikin, dema ev pirsgirêk hebe jî bandorê li aboriya welat dike. Hikûmeta AKP’ê berê xwe daye şer û amûrên şer bê navber distînin. Li vî welatî pirgirêka gelan heye, pêdîvî bi amûrên şer tineye. Pirojeyên HDP’ê ji bo tevahiya Tirkiyeyê heye û bi HDP’ê re pêşerojek vekirî li benda Tirkiyeyê ye.”

‘JI BER POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê WELATÎ FEQÎR DIBE’

Ocalan got, bi HDP’ê re dwê hemû pirsgirêkên sereke yên Rihayê bên çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Riha bajarekî mezine û hejmara wê zêdetirî du mîlyonan e. Ji ber şer jî her ku diçe koçber berê xwe didin Rihayê. Pirsgirêkek din bêkariya li Rihayê sere xwe girtiye û diçe. Hezaran welatiyên me di germa havînê ji bo kar berê xwe dide welatên cuda. Riha bi axa xwe welatekî gelek dewlemende û ji ber polîtîkayên AKP’ê yên herêmê cihekî gelek feqîr û belangaze. Ev rewş wê bi HDP’ê re bê guhertin û wê HDP ji bo pirsgirêkên Rihayê bibe çareserî.” 

‘RÛPELEK NÛ PÊWÎSTE’

Ocalan li ser xebatên hilbijartinê yên Rihayê jî axivî û ev tişt got: “Li Rihayê xebatên me yên hilbijartinê bi hemû germahiya xwe berdewam dike û li her cihî bi dehol û dîlanê em tên pêşwazî kirin. Daxwazek ya vî gelî heye, tenê dixwazin di nava aramî û aştiyê de bijîn. Cihên ku em diçin li hemberî AKP’ê bi hêrsin û ji bo vê jî li her derê bi dil germî em tên pêşwazî kirin. Em bi gelê xwe bawerin û em ê di 24’ê Hezîranê de bi serkevin. Li vî welatî pêwîstî bi rûpelek nû heye û êdî dema HDP’ê ye.”

‘GELÊ KURD WÊ HESABÊ TECRÎDÊ LI SINDOQÊ BIPIRSE’

Ocalan li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û got: “Gelê Kurd hesabê tecrîdê di 24’ê Hezîranê de di sindoqan de bipirse. Kilîda aramî û aştiya Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Dewlet jî vê yekê baş dizane û ji bo wê yekê tecrîdekî girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin. Di sala 2013-2014’an de bi rêya Rêber Apo pêvajoyek aramî li Tirkiyeyê hate destpêkirin. Dewletê nêrînî pêşketinek mezin ya Kurdan heye û Kurd dibin xwedî statû dawî li vê pêvajoyê anîn û tecrîd girankirin. Herî dawî birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan hevdîtin kir û Rêber Apo fikrên xwe yên aştiyê û aramiyê anîbûn ziman. Lê belê hikûmeta AKP’ê ji aramî û aştiya vî welatî ditirse. Gelê Kurd jî weke herdemê li rêberê xwe xwedî derdikeve û bersiva vê ya herî xurt jî 24’ê Hezîranê wê bê dayîn.”