Omer Ocalan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwestê nîşan bide

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman, ku ew nizain bê li Îmraliyê çi diqewime, qutbûna telefonê jî fikarên wan zêde kiriye û got, "Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re Tirkiyeyê diavêjin nava bîreke bêbinî."

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.

'DEWLET BI PLANSAZÎ Û PROVAKATÎF TEVDIGERE'

Ocalan da zanîn ku di demên dawî hin hesabên medyaya civakî der barê jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hin îdia parve kiribûn û got: “Çavkaniya vê parvekirinê jî parlamenterekî MHP’î hate destnîşankirin. Dema ku dewlet bixwaze, ev agahî ji kû derê derketine û çawa hatiye rêxistinkirin dikare derxe holê. Lê mixabin tiştên em îro dibînin bi awayekî plansazî û provakatîf tevdigerin. Zêdetirî salek e ti agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin û em ji vê rewşê bifikar in. Saleke bênavber parêzer û malbat ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê hemû serlêdan têne red kirin. Herî dawî ji greva Îmraliyê midûrê girtîgehê li Mehmet Ocalan geriya û got, '25 Adarê di saat 13:45'an li dozgeriya Rihayê amade bin wê hevdîtina telefonê çêbibe. Li gel wasî û parêzer Mazlûm Dînç me xwe amade kir û di wê saetê de em li dozgeriya Rihayê amade bûn. Di 25'ê Adarê de tevî bavê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç çûye Edliyeya Rihayê. Di saet 2:00’an de bavê min ket hindirê menzelekê û piştî 20 kêliyan ji wir derket. Bavê min got, ‘Piştî çend kêliyan telefon qut bû’. Tenê 4 kêlî û nîv mafê telefonê berdewam kir. Me ji rayedarên li wir pirsî. Me xwest em serdozger bibînin. Serdozger got, hevdîtin bi dawî bûye.”

‘QANÛN TÊNE BINPÊKIRIN’

Omer Ocalan destnîşan kir ku herî dawî di 27'ê Nîsanê de bi telefonê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû kirin û wiha pê de çû: “ Ev hevdîtin nêzî 25 deqeyan dewam kiribû. Lê ya di 25'ê Adarê de 4 qede û nîvan dewam kir. Birêz Ocalan di hevdîtinê de behsa heq, hiqûq û qanûnê kir û destnîşan kir ku hevdîtineke bi vî awaî ne rast e. Got, hevdîtineke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Di hevdîtinê de ev tişt hatin gotin. Her wiha bêyî ku Birêz Ocalan û birayê xwe xatir ji hev bixwazin telefon qut bûye. Heger mirov navekî li vê hevdîtinê bike, ê karibe bibêje hevdîtineke korsanî ye. Çima wisa tê kirin? Cidiyetek, giranî divê. Dewlet vê yekê bi plansazî dimeşîne. Ev nêzîkatiyek qirêje. Tişta ku dewletê kiriye bêcidiyetî û tiştekî erzanî ye. Li wir qanûn jî nemaye êdî. Wê jî binpê kirine."

‘FIKARÊN ME ZÊDE BÛN'

Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di van 4 kêliyan de hişiyarên girîng dane û wiha dom kir: “Birêz Ocalan vê bêhiqûqî û plansaziya dewletê fer dike û ji birayê xwe pirs dike. Tu li kûderêyî? Kê tî anî wir? Kî li te geriya? Tu çawan hatî wir? Birêz Ocalan van pirsan dike. Xeteriya vê yekê dibîne û rexne dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘hatina te ya wir ne rast, dewlet jî ne rast tevdigere. Divê parêzerê min werin vir û ez liv ir hevdîtinê bikim. Ev tiştekî hiqûqî ye. Piştî vê yekê telefon tê qutkirin. Dewlet lîstikek mezin û qirêj dilîze. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Dewlet, divê bi cidî nêz bibe. Divê li gor giraniya xwe tevbigere. Şayed rewşeke cuda hebe, bila Wezîrê Dadê daxuyaniyekê bide. Ev bêcidyetî, nayê qebûlkirin. Lê binerin, telefonî malbatê dikin, dibêjin ê hevdîtin çêbibe. Lê hevdîtineke 4 kêlî û nîv. Ji vê re dibêjin hevdîtin. Ev, ne qanûnî, ne jî hiqûqî ye. Divê qanûn têkevin dewrê. Di dema hevdîtinêê de telefon tê qutkirin. Bi vî awayî fikarên me zêde bûn. Em tu agahiyê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin."

‘DIVÊ CPT LI DIJÎ TECRÎDÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE’

Ocalan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê îşkencekirin û wiha got: "CPT, qaşo dibêje ez li dijî îşkenceyê têdikoşim. Li giravê îşkenceyeke mezin heye. Ev, nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan, dixwaze qanûn pêk bên. Salê carekê, bi telefonê 4-5 deqe nabe. Ka saziyên hiqûqê yên navneteweyî. Ma qey nabînin? Kesên dibêjin 'Em demokrat in, em li dijî îşkenceyê ne' ka li ku ne? Birêz Ocalan û yên li cem wî bi îşkenceyeke derûnî re rû bi rû ne. Em nizanin bê li wir çi diqewime. Divê dewlet zelal be. Dewlet, tiştina vedişêre. Planek kiriye. Ev planeke qirêjî ye. Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide û xwedî li rol û misyona xwe derbikeve. Divê Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan zextan li ser Tirkiyeyê bike û Tirkiyeyê hişiyar bike.”

‘TECRÎD ASTENGIYA HERÎ MEZIN YA LI PÊŞ ÇARESERIYÊ YE’

Omer Ocalan bilêv kir ku tercîd ne li gorî fêdeya Tirkiyeyê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî. Tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriya aştiyane û diyalogê ye. Hûn çawa binirxînin binirxînin bi her awayî tecrîda Îmraliyê ji bo vî welatî bîrek tarî û bê binî ye. Tecrîd, ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye. Ji ber vê yekê pêdiviya gelê Kurd û Tirkiyeyê bi pêvajoya diyalog û aştiya civakî heye. Divê pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Nêzî 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin şer heye. Çareserî rêbaza diyalog û muzakereyê ye. Ne tecrîd e. Nasname, maf, heq û hiqûqa Kurdan nayê naskirin. Birêz Ocalan jî tîne ziman ku pêwist e pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Birêz Ocalan ji bo rêbazên çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Gelek proje pêş xistin. Lê li dijî van pêşniyar û projeyên çareseriyê tecrîd giran kirin. Hevdîtinên li Îmraliyê rawestandin. Bi vê yekê hem şer zêde bû hem jî rageşî zêde bû. Li aliyê din bi milyonan kesên ku Birêz Ocalan wekî navnîşana çareseriyê dibînin jî tên tecrîdkirin.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk dikare were çareserkirin û muxatabê wê jî Birêz Ocalan e. Di sala 2013-2014’an de gelek hevdîtin li gel Birêz Ocalan re hatin kirin. Di wan dema de aramî kete nava Tirkiye û Kurdistanê de. Li Tirkiyeyê pêşketinên mezin çêbûn. Lê di sala 2015’an de hinek tişt nehatin hesabên hin kesan mêzeyê çareseriyê qilibandin û pêvajo xirabkirin. Ji sala 2015’an û heta 2021’an li vî welatî xwîn dihereke. Her roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Her roj binçavkirin û girtin zêde dibe. Kesên ku bûye sedema vê yekê wê li hemberî dirokê werin sizakirin. Lê em dinêrin dewlet ne rast tevdigere. Gel ev daxwazên xwe li Qadên Newrozê dubare anîn ziman. Tenduristiya Ocalan bûye tenduristiya milyonan mirovan. Gelan di Newrozê de îşaret bi Birêz Ocalan kir û peyam da dewletê.”