Olûç: HDP mifteyek e ku wê hemû deriyan veke

Serokparlamenterê koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hilbijartin ji bo wan gelek girîng e û got: “HDP mifteyek e ku wê hemû deriyan veke.”

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Parlamenterê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlementerê HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, Erdal Aydemîr, Gulîstan Koçyîgît, Şevîn Coşkûn û rêvebirên HDP’ê yên Çewligê di nav de cih digirin, li Çewlîgê û navçeya wê Solxanê esnafan ziyaret kir û bi welatiyan re hevdîtin kir.

Şandeya HDP'ê li navçeya Solxanê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.

Şêniyên Solxanê pirsgirêkên xwe ragihandin şandeya HDP'ê û gotin ku aborî li gor par xirabtir bûye, bêkarî gelekî zêde bûye û rêyên gundên wan nayên çêkirin.

Şandeya HDP'ê piştî hevdîtinên xwe yên li Solxanê çû ber avahiya partiyê ya Çewligê û li vir daxuyanî da. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku bi eleqeyeke mezin a gel re rû bi rû mane. Olûç anî ziman ku ew ji serê Havînê ve xebatên xwe yên bi vî rengî didomînin û wiha got: “Em van xebatan hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyeyê didomînin. HDP wekî berdewamiya têkoşînek bi salan ji sala 2015'an ve tevî hemû zext û çewisandinên dijwar jî, bi piştgiriya gelê Kurd li ber xwe dide. HDP, ew partî ye ku tevî hemû çewisandinan jî hatiye roja îro."

Olûç bal kişand ser hilbijartinên giştî yên gengaz ên Tirkiyeyê û wiha got: “Em li Tirkiyeyê ber bi hilbijartinan ve diçin. Ev, ne hilbijartinek asayî ye. Bi rastî ev hilbijartinek e ku wê pêşeroja welêt diyar bike. Gelo wê welat ber bi demokrasî, azadî, hiqûq, edalet û aştiyê ve biçe, an jî wê ber bi rêyeke faşîzantir û zilmkartir ve? Bi rastî di vê hilbijartinê de wê biryar vê yekê bê dayîn. Di vê biryarê de, HDP xwedî rolek di wesfê miftê de ye. Em bi taybetî dibêjin mifte, ne qufil. HDP, ew mifte ye ku dikare hemû qufilan veke. Rewşa HDP'ê ev e. Ne tifaqa Cumhûrê ne jî ya Gel, bêyî HDP'ê nikarin bigihên encama li dû ne."

Olûç anî ziman ku HDP sîgortaya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha got: “A rast sabiqeya her du tifaqan jî sabiqeyeke mezin e. Di mijara mafên mirovan, mafên gelê Kurd, demokrasî, azadî û aştiyê de bisabiqe ne. Nexwe sîgortabûyîn ev e. Di vî warî de partiya herî bi biryar û rêxistinbûyî HDP ye."

Olûç bal kişand ser destgîrkirin û girtinên li dijî partiya wan û wiha got: “Hevalên me yên hêja berdêlê didin. Berdêla çi didin; ji bo azadî, aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê didin. Madem em van berdêlan didin, nexwe teqez divê em vê têkoşînê bi awayekî erênî bi encam bikin. Lewma hilbijartin ji bo me pir girîng in. Divê em encameke gelekî bihêz ji van hilbijartinan bigirin. Tirkiye êdî ketiye atmosfera hilbijartinê. Wekî hûn dizanin, ger hilbijartin di Nîsanê yan Gulanê yan jî Hezîranê de be jî ji 9 mehan hindiktir jê re maye. Nexwe di atmosfereke wiha de her roj ji bo me xebata hilbijartinê ye. Dem ew dem e ku em yekîtiya xwe xurt bikin û hevalên ku bi salan e dengê xwe didin AKP'ê ji vê şaşiyê xelas bikin."