OHD’ê têkildarî xirakirina goristana li Farqînê gilî kir
Şaxa OHD’ê ya Amedê ji bo dîtina kesên goristana Farqînê xirakirin û darezandina wan giliyê sûc kirin.
Şaxa OHD’ê ya Amedê ji bo dîtina kesên goristana Farqînê xirakirin û darezandina wan giliyê sûc kirin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliya kesên ku di 21’ê Gulanê de êrîşî goristanan kiribûn, kir.
Di serlêdanê de hat xwestin ku peywirdarên ewlehiyê û kesên ku êrîş pêk anîne bên tespîtkirin û di derbarê wan de bi sûdariyên “biçûkxistina bîranîna kes” , “xesar dayîna îbadetxane û goristanan” , “astengkirina azadiya bawerî, nêrîn û qeneetê” doza cemaweriyê bê vekirin.
Her wiha di serlêdanê de ji dozger hat xwestin ku lêpirsîn li şûna hêzên ewlehiyê ji aliyê dozgeriyê bixwe ve bê kirin.