OHD’ê derbarê goristanên hatine rûxandin raporek amade kir

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) derbarê rûxandina goristanên li Farqînê raporek amade dikir. Di raporê de hate diyarkirin ku ji malbatan hatiye xwestin kêlikên goran bişkînin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) derbarê goristanên li Şêx Dewdada, Milkê Seray û Kinyata Farqînê yên ku hatibûn rûxandin, raporek amade kir. OHD’ê rapora xwe weşand.

JENDIRMEYAN JI MALBATÊ XWESTINE KU KÊLIKÊ GORÊ BIŞKÎNE!

Di raporê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li gundê Şêx Dewdada, jendirmeyan bi rêya muxtar gazî Mehmet Orselendî kirine ku bila biçe qereqolê. Orselendî dema çûye qereqolê fermandarê qereqolê heqaret lê kiriye û gef lê xwariye. Fermandar diyar kiriye ku li ser kêlikên gorên 2 kurên wî yên şehîd nivîsên qedexe hene, divê Orselendî vê kêlikî bişkîne û piştre jî bi rêya whatsappê wêneyê kêlikê gorê jê re bişîne, heke ev tişt neyê kirin, ew ê bi xwe vî tiştî bikin. Ji ber zextên qereqolê malbatê kêlikê gorê şikandine û wêneyê şikandina kêlikê ji ser whatsappê jê re şandine.”

‘TEVLÎ NAV MALBATÊN LI BER HDP’Ê BIBIN!’

Li gundê Milkê Seray jî fermandarê qereqolê gazî Mehmet Yenî kiriye û li qereqolê jê re hatiye gotin ku kêlikê gora kurê wî qedexe ye, divê ev kêlik were şikandin û wêneyê wê jê re were şandin. Mehmet Yenî diyar kiriye ku beriya vê bûyerê walîtiyê telefonî wî kiriye û jê re xwestiye bila tevlî malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bibin. Ji ber ku Yenî ev zext qebûl nekiriye, hatiye xwestin kêlikê goran were şikandin.

Li taxa Tekelê jî di Sibata 2020’an de emniyetê telefonî Ridvan Yilmaz û Kerem Yilmaz kiriye û diyar kiriye ku divê kêlikên gorên xizmên wan were şikandin. Yilmaz diyar kiriye ku şevekê dema ew çûne ser goristanê dîtine ku kêlikê gorê hatiye şikandin.

DOZGER QEBÛL KIR

Di raporê de tê diyarkirin ku heyet bi dozgerê Komarê yê Farqînê bi Selçûk Dadak re jî hevdîtinek kiriye û Dadak diyar kiriye ku ev lêpirsîn ji aliyê wî hatiye kirin, li ser kêlikên hin goran nasnav û sîmgeyên rêxistinê hene û ev jî tê wateya propagandaya rêxistinê.

Di raporê de tê diyarkirin ku dozger Dadak xwestiye yan divê ew nivîsên li ser goran werin jêbirin an jî wê kêlikên goran werin rûxandin.