Serunaz Ehmed 28 roj in di grevê de ye

Wergervan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya di serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû girtin, ji ber destûra kontrola bijîşkî nehatiye dayîn ev 28 roj in di grevê de ye.

SERUNAZ EHMED

Girtiya siyasî ya nexweş Wergervan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed a li Girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, 28 roj in di grevê de ye.
Li gorî agahiyên ji çalakvanên mafên mirovan, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike.

Hate destnîşankirin ku Serunaz Ehmed beriya niha jî di dema êrîşa li ser hucreya jinan a girtîgeha Êvînê de dilgiran bû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi hinceta "propaxandaya li dijî dewletê" û "kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî" ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.