Tedawiya Nergîs Muhammedî tê astengkirin

Dewleta Îranê, tedawiya Nergîs Muhammedî asteng kir. Malbata Muhammedî banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan kir.

NERGÎS MUHAMMEDÎ

Malbata aktîvîsta mafên mirovan a girtî Nergîs Muhammedî têkildarî rewşa Nergîsê daxuyaniyek belav kir. Malbatê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî biryara nivîskî ya bijîşkê dil, pêwîst bû di vê mehê de Nergîs ji bo kontrolê serdana nexweşxaneyê bikira, lê rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî bijîşkan, pêwîste Nergîs bi aweyek lezgîn were emelyatkirin. Malbatê bang li saziyên mafê mirovan kirin ku li ser rewşe erka xwe bicih bînin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di meha borî de jî rayedarên girtîgeha Evîn 3 caran rê nedan ku Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.