OGÎ: 154 rojnameger girtî ne

Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) bîlançoya 6 mehan a li ser rojnamegeran eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê 154 rojnameger girtî ne.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 6 mehên ewil a 2019'an" amade kir û bi raya giştî re parve kir. ÎRA diyar kir ku di 6 mehên li pey xwe hişt de dîsa rojnamegerên hewl dan erka “mafê agahdarkirinê, ronîkirin û agahdayînê" bi cih bînin, rastî tundî û binpêkirina mafan hatin.

Di raporê de ev tişt hate diyarkirin "Rojnamegerên ku bi agahdarkirin û agahdayina civakê ya ji geşedan û rûdanan erkdar in di vê pêvajoyê de rastî şertên dijwar hatin. Di bin şert û mercên herî dijwar û di bin tundiyê de hewl dan erka xwe pêk bînin. Îktîdara siyasî, bi feraseta sîstem/rejîmê medyaya yektîp ava kir. Îktîdarê hewl da ku hemû medya li welat têxe bin destê xwe û bi xwe ve girê bide. Di hilbijartina rêveberiya herêmî de xwest bi rêya medyayê ser rastiyan bigire û rastiyan berovajî bike. Lê dîsa di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de di sindoqan de gel bersiv da vê yekê."

ÎRA, da zanîn ku tevî hemû agahiyên şaş û derew ku bi rêya medya hatin pêşkêşkirin jî, rojnamegerên dijberî medya îktîdarê yên li pey şopa rastiyan bûn; bûn deng, guh û çavê civakê û di 6 mehan de bi biryardarî gotin “Rojnamegerî ne sûc e" û heqîqet parastin. ÎRA anî ziman ku çapemeniya muxalif a azad ku di bin sîya çekan û şerê ku herêm xistiye kontrola xwe bê sekn û rawestan "barê heqîqetê" danî ser milê xwe û rastî ronî kirin. û wiha got: “Hişmendiya ku welat kiriye girtîgeha rojnamegeran û goristana rojname, ajans, televizyon û radyoyan, salonên edliyê jî kiriye cihê darizandina rojnamegeran, careke din rastiya wê derket holê. Yên li hemberî vê hişmendiya zordar bi ser ketin dîsa rojnameger in. Wekî duh em ê îro û sibê jî bi biryar û rêxistinî pîşeya xwe biparêzin û li dijî tundî û êrîşên li ser nûçe, nasnameya xwe têbikoşin. Em ê hemû hewldanên tundiyê pûç bikin û rastiyan bêtir ronî bikin. Em ê her dem Çapemeniya Azad, nûçe û rojnamegeriyê li her derê biparêzin. Em ê destûr nedin ku rojnamegerî bibe sûc. Rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin destgîrkirin, girtin û lêpirsîna der barê rojnamegeran bi dawî bibe. Ji nûçe, rojnamegerî û çapemeniyê re azadî. Ji 154 rojnamegerên girtî û li hucereyan tê girtin re azadî."

ÎRA rapora “Îhlala Mafên Rojnamegeran a 6 mehan" a li Tirkiye wiha aşkere kir:

* 154 rojnameger girtî ne.

* 34 rojnameger hatin destgîrkirin

* 11 rojnameger hatin girtin.

* 29 rojnameger rastî lêpirsînê hatin.

* 8 rojnameger doz li wan hatin vekirin.

* 287 rojnameger hatin darizandin.

* Bi giştî 119 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan 41 rojnamegeran.

* 22 rojnameger hatin berdan.

* 2 rojnameger hatin dersînorkirin.

* Girtin ser saziyeke çapemeniyê.”