Ocalan qala Îmraliyê dike - XVIII

“Mekanê ez tê de me, di pozîsyoneke welê de ye, hêjayî dijberiya sîstemê ye. Hûrûkûr haya min jê heye ku di şexsê min de antî-kapîtalîstekî baş tê dadgehkirin û dadgeh dike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 18'an bi we re parve dikin:

TC DI ROLA MATEDOREKÎ DE YE

Wexta ez dibêjim ‘ji ber ku notirvanên sîstema kapîtalîst bi awayekî gelekî sîstematîk ji şêweyê Zeus Prometheus li zinarên Kafkasan girêda gelekî xirabtir ez li girava Îmraliyê mehkûm kirim, li ser min ferz e ku ez bi xwe dijberiya xwe ya sîstemê ji hev derxînim‘, bêyî ku ez van rastiyên dîrokî bînim bîra xwe û ez wan ji nû ve ji hev derxînim, wê haya me ji maneyê nebe. Eger ez herim û werim bela xwe li Tirkiyê bidim wê ti cudahiya xwe ji conegayê Spanî yê êrîşî rengê sor dike nemîne. Bêguman li vir rola Tirkiyê pê radibe ketiye asta matedorekî. Lewra ev rol danê. Jê dixwazin ku vê rolê timî baş û kêrhatî bi cih bîne. Lê ya divê ez jî bikim ew e ku ez vê lîstika hov a qralan û xwediyên wê yên rastî tevî rastiya jiyana wan hemûyî bi nav bikim.

EV DADGEHKIRIN QAT BI QAT JI HIQÛQÊ DIBIHURE

Lîberalîzm û ferdiyetparêzî gelek caran weke çarçoveya bingehîn a îdeolojiya kapîtalîzmê tê gotin. Lê ez dikarim îdîa bikim ku ti sîstem bi qasî hegemonya îdeolojîk a kapîtalîzmê nebû xwedî wê hêzê ji bo ferd êsîr bigire.

Dikare were gotin, zimanê tu bi kar tînî weke naverok hînê ji meşrûiyeta sîstemê dûr nîne, tu jî berhemê sîstemê yî. Lê mekanê ez tê de me, di pozîsyoneke welê de ye, hêjayî dijberiya sîstemê ye. Hûrûkûr haya min jê heye ku di şexsê min de antîkapîtalîstekî baş tê dadgehkirin û dadgeh dike. Gelekî normal e ku ev dadgehkirin qat bi qat ji huqûqê bibihure. Di aşê hegemonya kapîtalîst de bi qasî çarsed salan e ku bê hejmar çandên gelan hatin hêran, helandin û tinekirin.

Mekanê ez lê mezin bûm mîna goristanke kevin a çandan e. Eger mirov bikole ji her deverekê çandek wê serî bide. Kurdên ku hîn bi temamî xwe negihandine têgînekê ku divê ez jî weke yekî ji wan werim qebûlkirin, li tevahiya vê goristana çandan a bêdeng, mîna şahidan in. Kurdên di dîrokê de hema bêjin navê wan li binê pirraniya vedîtinên pêşî hene, niha goristanên wan bi wendabûnê re rû bi rû ne ku ev yek cihê êş û xemê ye. Hovîtiya îro li Iraqê, maneyeke wê ya din jî tolhildana çandan e.

Divê mirov çanda Rojhilata Navîn li hemberî kapîtalîzmê biparêze. Hemin, mirov ji oryantalîzma Rojava nebihure, nikare di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Ji nû ve Îslamtî jî ji serî heta binî ji oryantalîzmeke pûç e. Piştî ku mirov bi şîroveyên rastgir û çepgir ji Îslamtî û Oryantalîzmê bibihure wê pirsa bê hişê mirov ev be, ma wekî din li dawiyê çi ma? Jixwe divê ez jî parêznameya xwe ji vê nuqteyê û pê ve bikim. Naxwe ez ê jî nikaribim xwe rizgar bikim û bibim berdevkekî vê sîstema ji zû ve bûye mîna verşiyê. Ew nabe parêzname, wê bibe dugîsinkirin û dubarekirineke papaxanwarî.

Mekanê serketinê yê kapîtalîzmê peravên Bakur-Rojavayê Ewrûpayê û girava Ingilistanê bû. Kapîtalîzm meşa xwe ya serketinê çarsed sal e di asta sîstema dinyayê de dimeşîne. Mekanê lê dihilkume navenda çandên qedîm Rojhilata Navîn e. Ya rastî, kapîtalîzm bi xwe ewladê dawî yê bê xêr û înkarker ê vê çandê ye. Şerê di navbera wan de jî weke tê zanîn kûrtir e. Şerê niha diqewime yê amatoran e. Mîna kopyayên Skender û Darîûsê Sêyemîn dilîzin. G. W. Bush çiqas Skender e, Ehmedînejad jî ewqasî Darîûs e. Nakokiya diyalektîk gelekî kûr e, û bi pirr şêweyan diqewime. Nakokî bi tenê di navbera klîkên serwer de nayê ziman. Dijberiya civakê li beramberî desthilatdariyê jî bi awayekî berfireh li ser kar e.

EV TRAJEDÎ NEBÛYA ME YÊ JIYANA AZAD NAS NEKIRIBA

Ya di şexsê min de tê ziman an jî hewl didim bînim ziman bi tevahî şêweyên li dijî desthilatdariyê ne. Kara kapîtalîzm vedidize û dibe jî yek ji van şêweyan e. Ji bo mirov li dijî vê be, têrê nake ku mirov sosyalîst be. Jixwe ev bi serê xwe serketinê misoger nake. Eger mirov heta bi tevahiya formên jiyana azad û berxwedanan di zikhev de bi devkî û bi çalakiyan bi awayê orkestrasyonekê hevdeng neke, mirov yan ji ‘Laneta Agadeyê’ yan jî ji ‘Ji Bo Nîppûrê Lorîk’ wêdetir nikare biçe.

Dost û hevrêyên min, serhatiyên min weke trajediyeke mezin bi nav dikin. Lê ez dixwazim ew piştrast bin ku ev trajedî nebûya, me yê jiyana azad nas nekiribûya. Di demekê de ku ti tişt pênc qiruşan nake, ma me yê çawa li rûyê hev binêriya! Ez ewladek bûm ku nedikarî li ser mirina bavê xwe rondikan jî bibarîne, ma mirovî dikarî behsa kîjan anora jiyanê bikira? Şaş fêhm nekin. Di sala wê mirinê de min sefera pêşî ya Kurdistanê bi îdeala nasnameyeke azad ji qûntara Çiyayê Agiriyê dabû destpêkirinê. Min bihîst ku Kurdên Serhedê hînê jî her gava wê meşê jî bi pîroztiyê bi bîr tînin. Lê dîsa jî rastiya me bi awayekî xedar li cihê xwe ye. Ji meşa azadiyê ya bi temamî sîhûpênc salan wêdetir ez dikarim bibêjim meşa mîna maratonê xwe nikare bi van hevokan bi mane bike. Ev maratona ku her kesê tê de cih girtiye, her mekanê wê û her bêhndanûstendina wê ya di buhayê destanekê de wê çawa bi encam bibe?

Eger min bi artêşên xwe yên Skenderwarî serketin li pey serketinê bi dest bixista jî ev yek ê ji sedî sed nebûya serketina azadiyê. Jixwe serketinên eskerî, ne serketinê, koletiyê tînin. Kengî bi artêşan xwe, dost û hevrêyên xwe biparêze qîmetek xwe heye. Berevajî, ez parastina xwe li dijî serketina desthilatdariyê herî kêm bi qasî parastina xwe li hemberî desthilatdariyê hewce dibînim. Eger hebûya jî min ê parastina xwe li hemberî serketinên artêşên xwe weke cîhada herî mezin qebûl bikira.

Di rastî û realîteya me de jiyan li erdê maye, di bin lingan de ye. Maneya wê bi temamî pûç bûye. Heta mirov bêje bes xwe xapandin û derew, krêtiyeke ku ketiye her qul û deverê, zimanên bi qasî kundan jî nikarin bixwînin; em di rewşeke welê de ne. Eger ez bi tena serê xwe neh salan dikarim di odeyekê de bimînim, ev yek hinekî têkiliya xwe bi derve re heye ku ji vê bi tenêbûnê gelekî xirabtir e.

Wê bidome...