Ocalan qala Îmraliyê dike - XVI

“Nûnera Konseya Ewrûpayê ya li Girtîgeha Îmraliyê xêrhatina min kir, heta ez sîstema sêhrî ya li pişt vê xanimoka heftê salî ya modernîteya kapîtalîst ji hev dernexînim, diyar e, ez ê çarenûsa xwe jî ji hev dernexînim.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 16'an bi we re parve dikin:

Wexta ku wan ez xistim girtîgeha Îmraliyê ya pêşî ez pêşwazîkirim di asta serokatiyê de nûnera Komîteya Pêşîgirtina Li Êşkencê CPT’yê ya bi ser Konseya Ewrûpayê bû. Gotina wê pêşî kir wiha bû: ‘Tu yê di vê girtîgehê de bimînî, em ê jî bi Konseya Ewrûpayê vir kontrol bikin û hewl bidin hin çareseriyan bibinin.’ Li ser navê dostaniyê bi îxaneteke di dîrokê de kêm hatiye dîtin di bin kontrola DYE-CIA’yê de dewleta netewe ya Yewnan ez radest kirim û wexta têkiliyên berjewendîperest ên Yewnanistanê bi Tirkiyê re li vê yekê zêde bûn ‘Di serdema Xwedayên bê maske û qralên tazî de’ bi awayekî welê ez li zinarên Îmraliyê çarmîx kirim ku destana Prometheus li ber ne tiştek bû. Mîna çarenûsa min be, ez mehkûm û neçar kirim.

HÊZA ESASÎ YA KU EZ JI SÛRÎ DERXISTIM ÎSRAÎL E

Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûrî vekir, hînê balkêştir e. Têgihiştina ez ji Sûrî derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez riya wê qebûl bikim ez vexwendim.

Lê, ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm. Rêveberiya Ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihurin. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYE û Sowyetê peyda bûbû. Piştî ku Sowyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re -bi PKK’ê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.

Ji vê bibîrxistina kurt jî tê fêhmkirin ku hêza rastî ya ez ji Sûrî derxistime Îsraîl e. Bêguman, rola hêza siyasî ya DYE’yê û zora eskerî ya Tirkiyê jî di vê de heye. Divê neyê jibîrkirin ku Îsraîlê hînê ji salên 1950’î ve bi Tirkiyê re peymanên veşartî mohr kirine û di sala 1996’an de jî bi navê ‘antî-terorê’ peymaneke din li vê zêde kiriye û bi vê yekê, hevgirtina dij-PKK a DYE-Îsraîl-Tirkî temam bûye.

Faktoreke din a girîng ku divê em li vê pêvajoyê zêde bikin ew e ku rêveberiyên PDK û YNK’ê yên bi DYE û Îsraîlê re di nava têkiliyê de bûn, bi rêveberî û Meclîsa Federe ya Kurd a di sala 1992’an de hat avakirin bi Komara Tirkiyê re li ser hîmê dij-PKKê hevkarî dikirin. Bêguman, di şert û mercên wê demê de hukûmetên Komara Tirkiyê û Artêşa wê bi têgihiştineke taktîkî tevdigeriyan. Lê dîrok jî meşeke xwe ya xweser heye. Têgihiştinên pirrcure bûyerên girîng diyar dikin. Ji mêj ve, aliyê Tirkiyê ku pê xapiyaye û îro jî herî zêde her kes lê hêrs dibe, egoîstî, tengî û yekalîtiya wê ye.

DERKETINEKE DIN JÎ XWEGIHANDINA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BÛ

Di sala 1998’an de ji ber van faktorên dijber ên gihiştin hevdu, ez ji Sûrî derketim. Divê ez eşkere bibêjim; ez jî li xwe hayil bûbûm ku derketina min a ji Sûrî hewce dikir. Ez demeke zêde dirêj li wir mam. Lê belê balkêşiya pêşketina xeta polîtîk a ji bo Kurdistanê û helwesta min a dostaniyê ku min dixwest bigihînim asteke stratejîk, hema bêje min kiribûn êsîrê xwe. Rêveberiya Sûrî di asta herî jor de fikarên xwe yên ji ber vê yekê bi taybetî destnîşan kiribûn. Divê ez di vî warî de li xwe mikur bêm. Lê ez hînê jî li girîngiya dostaniya gelan di asta stratejîk de xwedî derdikevim û dibêjim; dev jê nayê berdan. Heman têgihiştinê ez birim Yewnanistanê. Bi dewleta Yewnan re nebûya jî di asta duyemîn de danîna dostaniyeke qedirbilind bi gelê Yewnan re bala min dikişand. Bi çanda wan a klasîk û dîroka wan a trajîk re danûstendin gelekî girîng bû. Jixwe erka dostaniyê ev yek li ser mirovî ferz dikir.

Rêyeke din a ku min karîbû pêde biçûma çiyayên Kurdistanê bûn. Dema ez zarok bûm navê,‘Dînê Çolê, dînê Çiyê’ jî li min kiribûn. Lê ji ber du sedeman min ev plan weke alternatîfa duyemîn dihişt. Li çiyê, li devera ez bimama wê bi her cureyê sîlehan bombe bikirana, zirareke mezin wê li heval û gelê me bibûya. Wexta min ji vî awirî li mijarê temaşe dikir, eşkere min didît ku tenê rê û rêbazên eskerî wê bikevin dewrê û bi tevahî rêya eskerî wê xwe li ser me ferz bikira. Ya din jî ew bû ku xeşîmî û bêperwerdebûna ciwantiyê bû. Ji sedî sed diviyabû min ew perwerde bikirana. Ji ber baweriya bi van her du pêdiviyan, min xwe ji rêya çiyê kir.

Xulase li Tirkiyê gelek derdorên fermî û nefermî digotin; ‘Me ew di quncikê de asê kiriye, binêrin me çawa encam girt.’ Îdîayên bi vî rengî ji rastiyê dûr bûn. Jixwe heman polîtîka tengavkirinê gelekî li ser Îran û Iraqê dihat ceribandin. Encamdana van polîtîkayan bidin aliyekî, berevajî dibûn sedem ku bi çavkorî di nava mijar û çiravê de bist bibin, biçikin. Têkiliyên taktîkî yên bi Îran û Sûrî re ji niha ve nediyar in, wê bi xwe re çi encaman bînin. Mirov dikare bibêje polîtîkayeke welê ye, bi gelek encaman avis e. Kengî dualîteya DYE-YE-Îsraîl an jî Îran-Rûsya-Çînê zelal bibe, gelo hukûmetên komarê ji her encamê re amade ne?

Dersên min ji serhatiya xwe ya sê mehên di navbera Atîna-Moskow-Roma de girtine, bêguman dersên dîrokî ne. Têgîna modernîteya kapîtalîst ku hîmê parêznameya min e, di nava hezar û yek zirx û maskeyî de nas kir. Bi vê serhatiyê min ev têgîn nas kir. Eger ev serhatiya min nebûya, bihêlin min ev analîz û tehlîl bikirana, ez ê yan bûbûma milletperest û dewlet-neteweparêzekî çor an jî weke bi sedan mînakên xwe, heta bi yên dewlet jî avakirine, min ê weke tevgereke çepgir a klasîk çarenûsa xwe bi dawî bikira. Weke prensîbeke zanîna civakî ji sedî sed û vebirrî napeyivim û vê prensîbê her li ber çav digirim. Lê hiseke min a xurt heye ku dibêje; tu yê ti carî negihiştibûya hêza xwe ya analîzê ku tu niha gihiştiyê.

Ji bo min eşkere ye: modernîteya kapîtalîst hêza xwe ya esas ne ji pereyê xwe digire û ne jî ji sîlehên xwe; utopya sosyalîst a herî dawî û herî bi hêz jî di navê de, bi tevahî utopyayan bi rengan dixemilîne û ji si-hêrbazê herî zîrek jêhatîtir hemûyan di nava lîberalîzma xwe de difetisîne û ev yek hêza wê ya esasî ye. Heta baş neyê analîzkirin û jevderxistin, ka çawa utopya hemû di nava lîberalîzma xwe de xeniqandine, bihêlin li ber rabûna kapîtalîzmê, ekola fikrê ya herî ji xwe razî jî wê jê neyê nebe xizmetkarê wê. Kesî bi qasî Marks kapîtal analîz nekiriye, kêm kes bi qasî Lenîn li ser dewlet û şoreşê ponijîne. Lê îro eşkere bûye ku herçend xwe weke dijberê wê nîşan dabin jî rêûresma Marksîst-Lenînîst mane û materyalekî têra xwe diyarî kapîtalîzmê kiriye. Ji ber ku li ser bendewariyên îradeyên me yên ji koma têgihiştinên cihê yên dîrokî pêk tên, weke ku gelek caran hatiye dîtin, encam dane. Ez vê yekê weke têkiliyeke diyalektîk û çarenûsa ku mirov neçarî wê ye, destnîşan nakim. Berevajî, encama ez digihîjimê ew e ku mirov divê bêhtir serê xwe bi utopyayên azadiyê re biêşîne.

Eger civak û ferdê Lîberalîzmê ji rê derxistiye neyên analîzkirin û mirov wan nexîne mecraya wan a insanî, encam wê ji kansêra civakî wêdetir tiştekî din nebe. Ez ê vê yekê dûrûdirêj bînim ziman.

Ez dixwazim gotinê bînim vir: nûnera Konseya Ewrûpayê ya li Girtîgeha Îmraliyê xêrhatina min kir, heta ez sîstema sêhrî ya li pişt vê xanimoka heftê salî ya modernîteya kapîtalîst ji hev dernexînim, diyar e, ez ê çarenûsa xwe jî ji hev dernexînim. Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYE-YE û Rûsya Sowyetê ya ji hevketî hatiye afirandin. Rola hukûmetên Sûrî, Yewnanistan û Tirkiyê jî ji xizmetên burokratîk ên destên duyemîn zêdetir tiştekî din nîne.

Di pêvajoya jêpirsînê de min ji rayedarên Tirk -ên çar saziyên bingehîn; nûnerê Îstîxbarata Fermandariya Giştî, Teşkîlata Îstîxbarata Millî, Mudîriyeta Giştî ya Polêsan û Îstîxbarata Jenderme- re got; ti ma-neya wê nîne hûn bi girtina min kêfxweş dibin. Bi awayekî rezîl û bêbextiyeke Bedewiyên li çolan jî li xisletên xwe yên mirovane daneynin, bi têkiliyeke dostaniyê û bi komployeke nedîtî, ez avêtim balafirê û piçikîn ser min, ev yek di ti şêwazê şerê egîdiyê de tine. Ev rastî bi xwe jî mînakeke baş e û eşkere nîşan dide ku modernîteya kapîtalîst a DYE hegomonê wê ye, xwedî lîbaralîzmeke çawa ye. Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînornenas.

Di sîstema xwe ya têkoşînê de, ne ku min dewleta netew a Tirk nas nedikir. Ez bi serê xwe û bi halê xwe yê herî lawaz bi wêrekî li ber rabûm. Her kesê şahid e jî dizane ku min baş li ber xwe da û têkoşiyam. Di vê de tiştekî mirov jê loman bike tine. Ya li naverastê, fermaneke mirinê ji bo Kurdîtiyê bû. Ez ê yan ji mirovatî û anora xwe negeriyama û min ê li ber xwe bidaya, yan jî di nava koletiyeke reng û cinsê wê nediyar de wenda bibûma. Ez vê rastiyê guftûgo nakim. Ez ji vê jî hêrs nabim. Xala bingehîn a ez jê hêrs dibim ew e ku min nikarîbû pêşî li ehmeqiya di warê fikir û îdeolojiyê de bigirim. Sîstemeke welê ye, qaşo nizanin wê mafê mirovan li ku bi cih bikin. Ew çend pesnê mafê mirovan didin nizanin wê li erdê an jî li ezmên bi cih bikin. Lê rastiya heyî jî di ti sîstema ruhberan de nîne. Komeke mirov ji cinsê xwe û mirovatiyê hemû re şer û mêtingeriyê heq dibîne. Qîma xwe bi vê jî nayne, ser û binerdê xwezayê jî di navê de hawîrdorê bi tevahî bi jehr dike û pêşkêşî mirovatiyê dike.

Civaka ez tê de ji dayik bûm bi bandora çanda gundê neolîtîk barkirîbû. Di vê civakê de dostaniyeke pak û têkoşîneke nerezîl esas e. Ez jî bi van hisan mezin bûbûm. Lê belê li derveyî pêvajoyên şaristaniyan hemûyan û bi bandorên wê yên neyînî bi awayekî çor xerîb ketibûm. Mîna ku vê jî têrê nekiribe, modernîteya kapîtalîst bi rêûresmên muhafezekar re bûbû yek û li seriyê herî jor ê şovenîzmê bi milletparêziyeke etnîk bi dewleta netewe re dor li min hatibû girtin. Ev yek tehekumeke îdeolojîk bû ku çareserkirina wê gelekî zehmet bû. Wexta li vê yekê têgihiştina ‘zor zane devê tifinga mor zane’ zêde bû, beravêtin dibû navê din ê çarenûsê.