Ocalan kedeke mezin da jinên azad

Besê Erzîncan anî ziman ku wê sala 1993'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û got, Ocalan kedeke mezin da ji bo ku jin li ser lingan bimîne û bibe artêş.

Rêwîstiya me ya li ser şopa meşvanên rojê didome. Em vê carê bûn mêvanê Besê Erzîncan. Erzîcan qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.

LI CIHÊ EW LÊ BÛ, HEZKIRIN HEBÛ

Ji bo pirsa "Eger hûn bixwazin Birêz Ocalan bi gotinekê, bi hevokekê îfade bikin, hûn ê çi bêjin?" Erzîncan got, "Gotina destpêkê tê bîra min 'hezkirin' e. Li cihê ew lê bû hezkirin hebû. Ne zehmet bû ku ev were fêhmkirin. Nexasim keda ku dida hevalên jin, nîşaneya hezkirina wî bû."

JINA AZAD NAVENDA JIYANÊ YE

Besê Erzîncan diyar kir, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jina azad navenda jiyanê bû û got, "Ji ber vê yekê dema ku 'jin, jiyan, azadî' tê gotin, mirov fêhm dike bê Rêbertî çiqasî li ser mijarê kûr bûye û ked daye. Di dema perwerdeyê de jî hewl dida bibe alîkar ku hevalên jin aliyên xwe yên kevneşop ji holê rakin. Di nava jiyanê de jî diguherand. Ji bo wî jin diviyabû azad bûya. Jin bi azadiyê bedew dibû. Mîna Bêrîtan, mîna Zîlan."

KEDA JI BO ARTÊŞBÛNA JINÊ

Besê Erzîncan ku sala 1993'an Ocalan dît û tevlî perwerdeyê bû, qala artêşbûna jinê ya wê wextê kir: "Piştî berxwedana hevala Bêrîtan a sala 1992'an a li dijî xiyanetê, hîmên nîqaşê yên artêşbûna jinê hatibûn danîn. Ji ber vê yekê Rêbertî jî li ser vê mijarê disekinî. Gelekî girîng didît ku jin xwedî îrade be, li ser lingên xwe bisekine. Gelekî ked dida ji bo em xwe bi pêş ve bibin."