NY: Em ji êrîşan ne berpisyar in

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li ber Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê di roja 5’an de ye. Jinan bi Netewên Yekbûyî re hevdîtin kir.

Jinên ji Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30'ê Çile ya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê beriya 3 rojan danê êvarê êrîşî jinan çalakger kirin ku li ber nûnertiyê kon vedabûn. Hêzên asayîşê kon xera kirin û dest danîn ser alavên çalakgeran.

Di roja 5’an a çalakiyê de endamên Meclîsa Îştar bi Netewên Yekbûyî re li avahiya wan civiyan. Di civînê de NY ji jinên çalakger re wiha got; “Santîmetreyek jî derveyî avahiya me ne girêdayî me ye. Hebûn û nemayîna li vir girêdayî we ye. Sibê hêzên asayîşê êrîşî we bikin, em ne berpisyar in. Tiştek em li vir bikin nîne, navenda me ya giştî divê pêre eleqedar bibe. Em li vir karê xwe yê rojan e dikin û tenê dikarin dosyeya we ji wan re ragihînin. Em nikarin titşek bikin, daxwazên me rewa û mafdar in lê em nikarin li vir tiştek bikin."

Endamên Meclîsa Îştar diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin û tê payîn ku îro endamên nû çalakiyê dewr bigrin.

Hêjayî birxistinê ye ku gotinên berpisên Netewên Yekbûyî (NY) rê li ber êrîşan vedike û êrîşên li dijî jinên çalakger rewa dibîne.