Nûnerê YNK'ê Gelalî: Di navbera me û Tirkiyeyê krîzek çêbû

Nûnerê YNK’ê yê Enqereyê Gelalî yê ku Tirkiyeyê ew dersînor kir, li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de têkildarî sedema dersînorbûna xwe agahî neda û ji bo sedema krîzê jî got "Ji ber krîzeke siyasî ya li ser sînorê Silêmaniyê."

Nûnerê YNK’ê yê Enqereyê Behroz Gelalî, piştî ku Tirkiyeyê ew dersînor kir, duh bi şev hate Silêmaniyê û civîneke çapemeniyê li dar xist. Dema ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û nûnerên YNK’ê re cihê cihê diciviya, Gelalî ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin. Gelalî got ku 17 sal in li Tirkiyeyê nûnertiya wan heye û cara pêşîn tiştekî wisa pêk tê.

Gelalî têkildarî biryara dersînorbûna xwe jî diyar kir heta ku ew bi partiya xwe re necive wê sedemê diyar neke û got, "17 sal in nûnertiya YNK’ê li Tirkiyeyê heye. Gelek krîz di navbera me de çêbû, lê tu carî nehat vê astê ku nûnerê YNK’ê dersînor bikin."

Gelalî têkildarî krîza di navbera Tirkiye û YNK’ê jî kitekit neda û got, "Ji ber krîzeke li ser sînorê Silêmaniyê ev tişt pêk hat. Lê eleqeya YNK’ê bi vî tiştî tune. Dibe ku ev şaşiya wan bi xwe ye. Lê piştre Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê jî hate agahdarkirin. Min bi xwe jî ji wan re got ku ji ber vê kêşeya ewlekariyê, ez jî aciz im."

Gelalî têkildarî referandûmê jî axivî û got "Tirkiye li dijî referandûmê ye. Ez ne bawer im ku referandûm di 25’ê Îlonê de pêk were. Lê hin derdorên li Kurdistanê naxwazin vî tiştî fêm bikin û dibêjin qey kes ne li dijî referandûmê ye."

Dema ku heyeta Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû li Hewlêrê bi Barzanî re civîna xwe qedandibû û bi nûnerê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre re di civînê de bû.

Têkildarî kêşeya di navbera dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê tu agahiyên zelal tune. Lê tê zanîn ku Tirkiye ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê ji zû ve ye zextan li YNK’ê dike.