Nûmareya telefonê ya li ser toqeya text hate neqişandin –II

“Dema ku ketim destê DAÎŞ’ê min nûmareya telefonê ya hevserê xwe li toqeya xwe ya text neqişandibû. Min ew toqe ti carî ji porê xwe dananî xwarê. Min nûmareya telefonê da DAÎŞ’î û jê re got, ‘Bi rêya vê nûmareyê dikare bigihêje malbata min.”

Feyziye bi dewamî qalê dike: “DAÎŞ’î her roj dihatin bi me re diaxivîn, digotin ‘Werin bibin Misilman’. Me bersiv neda pirsên wan; dema ku dixwestin ku bi me re biaxivin em qet bi wan re neaxivîn. Rojekê hatin û em jinên mayî bi giştî birin Kesen Meheb a li Telaferê. Sê çar mehan em li wir hatin hiştin. Misilmantî hînî me dikirin. Bi şev û roj Misilmantî li me ferz dikirin. Em qet nediaxivîn, li gel ewqas zext û zordariya wan ne jî me deng nedikir. Yekane rêya parastina baweriya xwe, bêdengiya li pêşberî DAÎŞ’iyan bû.

Piştî Telaferê em birin Mûsilê. Piştî ku mehekê li Mûsilê hatin hiştin em careke din birin Telaferê. Timî cihê me diguhertin. Ti carî em li cihekî nedihiştin. Li Telaferê, em, komek ji jinan li ber keriyekî pez hiştin û gotin, ‘Hûn ê pez xwedî bikin; şîr, mast û penêr çêbikin; em çi bixwazin hûn ê wê bikin’.”

Feyziye dema qala çîroka xwe dikir bi bêdengî diaxivî. Weke ku bixwaze zû zû bi qede, lewma dilezand û bênavber diaxivî. Bi kefa destê xwe hewl dida tiliyên xwe yên dilerizî bisekinîne. Mîna ku rûyê wê mat mabû, bi zimanê bedenê diaxivî. Herî zêde destên wê diaxivî. Di nava çavên wê de ji êşê bêhtir kîn û hêrs hebû li hemberî kiryarên hatibûn kirin. Dema ku li me dinihêrî bi bawerî li me dinihêrî.

Feyziye dibêje, “Piştî ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûm, cara yekê ye diaxivim, yekemcar e ku bi dengekî bilind qala bûyerên ku bi serê min ve hatine dikim.” Dema ku guh didim wê, xwe dixim şûna bi hezaran jinên Êzidî yên ku ketin destê DAÎŞ’ê.

 Feyziye ku demekê li Telaferê hate hiştin tevî jinên din ên Êzidî careke din bi komî ji Telaferê tê birin. Feyziye dewam dike: “Destpêkê mêr birin; piştre jî zarokên ji 8 salî mezintir û herî dawî jî zarokên keç ên di navbera 8-10 salî de birin. Me nizanîbûn ku bi ku ve birine, lê belê hemû jî bi komî birin. Em ên mayî birin dibistanek li Heylî Xatira. 3-4 rojan li wir hiştin. Sibehê saet di 8’an de li otobusan siwar kirin. Em ji Şengalê derbas bûn û piştî rojekê saet di 7’an de gihîştin Reqayê. Dema ku di Şengalê re derbas bûn dilê me hemûyan lerizî. Li Şengalê DAÎŞ’î hebûn. Li her derê bûn. Şengal xera bûbû, dema ku me dît dilê me şewitî. Ji ber ku qedexe bû em bi hev re biaxivin, me li çavê hev dinihêrî.

Rêya ku em tê re derbas bûn navê wan nizanim, lê îro li heman cihî li otobusê siwar bibim dikarim heta Reqayê vebêjim. Rêyên ku em jê derbas kirin, qet ji bîra min naçe. Li Reqayê em xistin jêrzemîna xaniyekî. 20 rojan em li wir hiştin. Her tişt qedexe bûn. Di dilê me de êşeke giran a ji bedenê me zêdetir hebû. Em birçî bûn, westiyayî bûn. Piştre hatin nave me nivîsandin. Zarokên min hîn bi min re bûn. DAÎŞ’ê dihişt ku zarokên biçûk heta bên emrekî li gel dayika xwe bin. Min dît ku zarokên hin dayikan ji wan hatin standin, lê yên min negirtin. Tenê zarokên min bêhna min fireh dikir. Dema ku dilê min gelekî diêşiya, min serê xwe dixist nava zarokên xwe û li wir bi têra xwe digiriyam.
Piştî ku demekê em li Reqayê hatin sekinandin, ez, zarokên min û jinên din ên bi zarok birin Tedmûrê, li wir xistin mala zabitekî. Tevî me nêzî 30 malbat hebûn. Li wê male dersa olê didan me, bi zorê rojî didan girrtin. Em hemû Êzidî bûn, me li gotinên wan guhdarî dikir, weke ku rojiyê digirin tevdigeriyan, lê dema diçûn tiwaletê me av vedixwar û ji Tawizî Melek dixwest ku me efû bike. Rojê pênc caran nimêj didan kirin. Dema ku me serê xwe dibir ser şuşdeyê me ji Xwedê xwe re dia dikir. Digot ‘Ya Tawizî Melek me efû bike, ji ber ku em neçar hatine hiştin em vê dikin’. Ya rast ti ji me nedihişt ku dilê me gemarî bibe. Em heft rojan li wê male hiştin, piştre jî rojekê hatin piştî xwarina êvarê gotin, ‘Amade bin, em ê we bibin’.

Êvarê hatin, em birin malekê ku gelek DAÎŞ’î lê bûn. Her yek ji me yek bi yek derxistin pêşiya wan. Weke ku me pêşkêş bikin. Her DAÎŞ’iyekî yek, du yan jî gelek jin dibir. Bi pereyan dikirîn. DAÎŞ’iyekî ji Erebistana Siûdî ez û du jin kirî. Em bi giştî sê jin bûn. Zilamê ji Erebistana Siûdî jinek ji bo xwe girt, ez û jina din jî firot yekî din. Ez firot yekî Iraqî bi nave Yûsûful Iraqî. Iraqiyê ku ez kirî gelek caran êşkence li min kir û dest avêt. Ji bo ji wî rizgar bibim çi ji destê min hat min kir. Tenê li mirinê nefikirîm, ji ber ku zarokên min bi min re bûn, diviyabû ez ji bo wan sax bûma. Di destê Iraqî de dema ku min dikir qîrîn, zarokên min xwe li goşeyeke xanî digirtin û li wir diman.

Zilamê DAÎŞ’î xwest zarokê min ê biçûk ji min bistîne. Got, ‘Zarokê xwe bide min ez wî bifiroşim malbata te’. Min qebûl nekir, li ber rabûm, wî jî zêde israr nekir. Du mehan di destê Yûsûfûl Iraqî de mam. Yûsûfûl Iraqî piştre bi jineke DAÎŞ’î re zewicî û ez jî firot DAÎŞ’iyekî din.

Vê carê ez firot DAÎŞ’iyekî ji Erebistana Siûdî. Zilamê Siûdî zerar neda min. Pênc rojan li gel wî mam. Wî jî ez firot DAÎŞ’iyekî Reqayî. DAÎŞ’iyê ji Reqayê gelekî nebaş nêzî min bû, her roj êşkence dikir, dest diavêt. 23 rojên li gel wî mam, tiştek nema ku neanî serê min. Dema li gel wî bûm min zarokên xwe bi zorê parast. Min ji zarokên xwe re digot, ‘dema zilam hate malê hûn li derdorê xuya nekin‘. Min ê biçûk dixist xew.

Wî jî piştî 23 rojan ez firot yekî din. Li gel wî kêm mam. Ew gelekî nebaş nêzî min nebû, lê gelekî baş jî nebû. Min ji wî re got, ‘Min û zarokên min bifiroşin malbata min, tê pere bi dest bixe‘. Wî jî got, ‘Wê çawa bibe, em ê çawa xwe bigihînin malbata te‘. Dema ku nû ketim destê DAÎŞ’ê min nûmaraya telefonê ya hevserê xwe li ser toqeya text nivîsî bû. Min ew toqe qet ji porê xwe dernexist. Min nûmare dirêjî DAÎŞ’î kir û jê re got, ‘Li ser vê toqeyê nûmaray malbata min dinivîsîne‘. Li malbata min geriya, lê bi mafdarî malbata min jê bawer nekir. Got, ‘Ez yekî DAÎŞ’î me, keça we di destê min de ye‘. Bi rengekî xwezayî malbata min ji tiştekî wiha bawer nake. DAÎŞ’î gelek malbatan bi vî rengî dixapînin, tînin cihekî û piştre wan direvînin. Malbata min jî gelek bûyerên mîna vê bihîstibû.

Piştre ez firot DAÎŞ’iyekî din ê ji Erebistana Siûdî bi nave Ebû Şecaha. Ew jî gelekî nebaş nêzî min nebû. Nebaş nêzî zarokên min jî nebû. Min pêşniyar li wî jî kir ku min bifiroşe malbata min, wî jî qebûl kir û Ebû Şecaha ez da ‘mûharib’. Vî kesî ku jê re ‘navbeynkar’ digotin, jin û zarokên Êzidî di berdêla fîdye de difirot malbatên wan. Mûharib ez û zarokên min bir malekê û veşart. Lê belê tevî her tiştî jî min ji wan bawer nedikir. Ji ber ku DAÎŞ’î ti carî rast nedigotin. Tiştên ku wan ji derdorê re digotin ti ji wan nerast bûn.

Mûharib li malbata min geriya. Malbata min destpêkê ji mûharib bawer nekir. Li ser vê yekê mûharib wêneyê min û zarokên min, tevî dîmen kişand û şand ji malbata min re. Wê demê malbata min bawer kir. Mûharib nasnameya hevsera xwe da min, çarşef li min kir. Li wir du caran min çarşef li xwe kir. DAÎŞ’iyan çarşefa reş li jinên Êzidî nedikirin. Di nava her kesî de em didan naskirin, ku bi vî rengî nehêlin ku em birevin. Bi çarşefa reş û nasnameya hevsera mûharib ez ji Reqayê bir Amûdê ji wir jî em çûn gundekî Ereb. Di rê de pirsgirêk derneket. Li wir agahî da malbata min û got, ‘Werin ser sînor, keç û zarokên wê bibin‘. Heman rojê ez anîn ser sînorê Şengalê û di berdêla fîdyeyê de ez firotin malbata min‘.

 Yekane tişta ku ez dixwazim ew e ku DAÎŞ’iyên em firotin radestî me jinên Êzidî bikin. Ew ji aliyê jinên Êzidî ve bên darizandin. Tiştên ku DAÎŞ’iyan kirin ti carî ji bîr nakim.“

Em tên dawiya sohbeta xwe ya bi Feyziye re. Ew qala çîroka xwe dike, em jî di nava çavên wê de winda dibin. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA