'Ji bo nerevînin min rûyê xwe qul kir, tenî tê da'

Her roj dihatin jin dibirin û min zanîbû ku dor hatiye min. Nizanîbûm ku çi bikim. Bi derziyekê min rûyê xwe qulqulî kir, piştre jî tenî tê da. Ji bo nexweş xuya bikim.

Di fermana 74'an de ku 3'ê Tebaxa 2014'an li dijî Êzidiyan pêk hat, bi hezaran jin ên Êzidî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, li bazara koledariyê ya sedsala 21'ê hatin firotin, destdirêjî, êşkence, zext û zilm li wan hate kirin.

S.H. ku niha li Şengalê ye, jineke 27 salî ye. Yek ji wan jinan e ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin, zilm lê hate kirin û li bazaran hate firotin. Di wî temenê xwe yê ciwan de zilmeke giran, zext, destdirêjî û êşkence di dil û mejiyê xwe de hîs kir. Li dijî sîstema tecawizkar û zalim li ber xwe da, bawerî û hêviya xwe winda nekir û mîna bi hezaran jinan li rêyên rizgariyê geriya.

S.H. piştî ku ji DAÎŞ'ê rizgar bû ji kesî re qala wê demê nekiriye. Lê ji her kesî baştir zane ku ev şerm ne ya dilê wê yê paqij e, ev şerm şerma wan kesan e ku êşkence û destdirêjî lê kirin. Hate revandin, li cîhaneke ku ne ya wê bû neçar ma ku zilm û qirêjiya genî bibîne. Yên ku ev zilm li wê kirin xwediyê vê şermê ne. S.H. û bi hezaran jinên Êzidî yên mîna wê mînaka paqijî, hêvî û berxwedêriyê ye.

VEGOTIN, VENEGOTIN

S.H. xwe vedigire, naxwaze tiştên hatine serê wê vebêje lê di heman demê de dixwaze bên zanîn. Hinekî difikire ku vebêje yan na. Em zor û zehmetiya vegotinê zanin. Dawiyê de dixwaze ku tiştên qewimîne bê zanîn û biryarê dide ku vebêje. Bi kûr ve diçe; qalê bike wê wan rojan careke din hîs bike, qalê neke wê tehdeyê bide wê. Em hewl didin dilê wê rehet bikin. Ez li gel wê me û weke jinekê her tiştên bi serê wê ve hatiye ji kûrahî ve hîs dikim, fêhm dikim. Yên ku ev zilm kirine, divê li her derê ji aliyê her kesî ve bêne zanîn bê kî ne, dijminê jinan bê kî ne.

S.H. ji bo axaftinê gava destpêkê diavêje. Di jiyana xwe de cara yekemîn biryarê dide ku di vê mijarê de biaxive.

'BI NAVÊ DAYIKA MIN BANG BIKIN'

S.H. piştî sal û 6 mehan di destê DAÎŞ'ê de ma, di berdêla fîdyeyê de ji malbata wê re hate firotin. Niha tevî 3 zarokên xwe li Şengalê ye.

Dibêje, "Bi navê dayika min, bi navê Feyziye bang li min bikin". Dema ku em jî guh didin çîroka S.H. a fermana 74'an bi navê Feyziye bang li wê dikin. Niha em ê wê bi navê Feyziye bi bîr bînin.

YÊN DESTPÊKÊ ÊRIŞ KIRIN CÎRANÊN WAN BÛN

Feyziye ji Gir Zerik e. Li Gir Zerikê di 17 saliya xwe de tê zewicandin û li vir zarokek jê re çêdibe. Ji ber şert û mercên giran ên jiyanê du dal beriya fermanê tevî malbata xwe li bajarokê Dumizê bi cih dibe.  Şêniyên vê bajarokê bi giranî Ereb in, ji eşîra Mitelta ye. Nêzî 50 malbatên Êzidî lê hene.

Di dema fermanê de piraniya malbatên Êzidî yên li Dumizê dikevin destê DAÎŞ'ê. Beriya fermanê têkiliya navbera Êzidiyan û Erebên li herêmê baş bû. Lê belê roja fermanê cîranên wan xiyanetê li wan dikin. Yên ku destpêkê êrişê dibin ser Êzidiyan cîranên wan ên Ereb bûn.

Cîranên Ereb destpêkê ji wan re dibêjin, 'Nerevin wê tiştek bi we neyê, em ê we biparêzin'. Gelek Êzidî bi van gotinên cîranên xwe bawer dikin û biryarê didin ku bimînin. Dem dibihure û DAÎŞ berê xwe dide Gir Zerik, ji wir jî berê xwe dide Dumiz. Rewş diguhere. Cîranên Ereb û Misilman ên ji Êzidiyan re gotin, "Em ê we biparêzin" tevlî DAÎŞ'ê dibin û destpêkê ew êrişê dibin ser malbatên Êzidî. Di sibeha fermanê de gelek Êzidî li malên cîranên xwe yên Ereb û Misilman tên qetilkirin.

Apekî Feyziye jî roja fermanê xwe li cîranekî xwe yê Ereb digire. Ev cîran di heman demê de kirîvê wan e. Apê wê li mala cîranê xwe ji aliyê cîranê xwe ve tê qetilkirin. Ya ku bi serê Feyziye û malbata wê hat bi serê gelek Êzidiyan hat.

ME ZANÎBÛNA KU WÊ NEPARÊZIN, EM Ê ZÛ DERKETIBÛNA

Feyziye qala jiyana xwe ya beriya fermanê dike: "Li Şengalê beriya fermanê jiyan xweş bû. Bi cîranan re bi dostan re têkiliyeke baş hebû; ji bilî çend pirsgirêkên biçûk jiyana me baş bû. Em li mala xwe bûn; em xizm û cîranên xwe re bûn. Wê demê li her derê qala DAÎŞ'ê dihate kirin. Di nûçeyan de dihate gotin, 'DAÎŞ kete Mûsilê, kete Mexmûrê'. Me nûçe dişopand. Êvarê jî em li mala xwe bi tirs radizan lê tevî vê yekê jî me digot, 'DAÎŞ bê Şengalê jî wê ne li dijî me bê, wê li dijî hêzên leşkerî bê'. Me digot, 'Eger DAÎŞ bê, pêşmerge li vir e, Iraqî li vir e wê şer bikin û me biparêzin'. Me zanîbûya wê wiha bibe em ê zû derketibûna, lê belê kes nema, her kes belav bû."

EM 14 KES BÛN, DAÎŞ'Ê EM HEMÛ REVANDIN

Feyziye ku 3 sal beriya fermanê di 17 saliya xwe de zewicî, êdî xwedî sê zarokan e. Çend roj beriya fermanê hevserê Feyziye ji bo kar diçe Duhokê; Feyziye tevî sê zarokên xwe û xesûya wê dimînin. Bi dengekî şermokî dewam dike:

"Roja fermanê her tişt gelekî giran bû; piştî ku cîranên me xiyanet li me kirin, em çûn Şengalê, ji wir çûn Qendîlê, çûn Çilmêra. DAÎŞ saet di 8'ê sibehê de kete nava Şengalê. Em jî dereng mabûn. Dema ku me xwe gihand lofayên destpêkê, DAÎŞ'iyên dabûn pey me, xwe gihandin me. Em 14 kes bûn. Ez û 3 zarokên min, xesûya min, xwişka hevserê min û 5 zarokên wê, xwişka min, keça tiyê min û pismamê min ê ku wesayita me diajot. Em bi giştî 14 kes bûn. Piştre jî DAÎŞ hat pêşî li me girt. Mêr birin aliyekî, jin û zarok jî birin aliyekî. Telefon, zêr û pereyên bi me re ji me standin, tiştek nehiştin.

JINÊN BEDEW ÊN ÊZIDÎ DIBIRIN

Piştre em xistin nava wesayitan û birin avahiya Daîreya Nifûsê ya Şengalê. Ev der cihekî du qatî bû. Mêr birin qatê jorê, jin li qatê jêrê cuda kirin. Her roj dihatin keçên bedew ji nava me dibirin. Sê rojan em li wir man. Piştre em birin derveyî Şengalê. Jin li wir hiştin, tenê jin birin.ş Piştî ku pênc rojan man balafiran bombe li derdorê barandin û em birin Zindana Baduşê ya li bajarokê Badûşa ya navbera Şengal û Telaferê. Em li wir jî 13 rojan man. Piştî Badûşayê em birin dibistanek li Telaferê û 23 rojan li wir hiştin. Wê demê her roj êşkence li me dikirin. Tenê rojê du caran ew jî kêm xwarin didan me. Zarokên me û em tirsiya bûnm, me zanîbûn ku wê taliyê me bikujin. Me dixwest zû bimirin. Dema ku keçên bedew ji nava me hildibijartin em gelekî ditirsiyan. Me dipirsî 'çi dibe, çima wan keçikan ji nava me dibin', ev pirs di serê me hemûyan de bû. Jinên bedew rûyê xwe vedişartin, hinekan rûyê xwe birîn dikirin. Her keçek dibirin qîrîna jinan li wan korîdorên dirêj deng vedida. Nedihate zanîn ku çi bi serê wan keçan dihat. Êşkence li jinên extiyar dikirin. Min dît ku serê gelek jinên extiyar ên Êzidî şikandin.

Êşkence li me dikirin. Ez û zarokên min gelekî ditirsiyan. Bi giranî zarok dibirin, lê zarokên di hembêza dayikê de nebirin. Yên min gelekî biçûk bûn, ji min nestandin. Yek li ber pêsîra min bû, min timî şîr dida wî; min dixwest ew nêzî dilê min be, ku qîrîna jinên Êzidî nebihÎze. Piştî demekê em li wir hatin hiştin, pirsîn 'Kî bi malbatî li vir e'. Yên malbatî veqetandin ew birin malên li Telaferê. Li wan malan wê ji bo DAÎŞ'iyan mihî û çêlek xwedî bikira, koletî ji DAÎŞ'iyan re bikira. Min xwest ku min jî bibin, lê hevserê min ne bi min re bû. Min kir nekir em nebirin. Koletiya ji bo DAÎŞ'iyan, ji kiryarên bi serê me ve bînin gelekî siviktir bû. Ji bo zarokên xwe ez amade bûm ku her tiştî bikim.

JI BO NEBIN MIN RÛYÊ XWE QULQULÎ KIR, TENÎ TÊ DA

Yên ku hevserên wan ne bi wan re bûn li dibinstana li Telaferê hatin hiştin. Her roj dihatin jin dibirin û min hîs dikir ku dor tê min. Min nizanîbû ku çi bikim. Bi derziya li gel xwe veşartî min rûyê xwe qurqulî kir û piştre jî tenî tê da. Bi vî rengî min hewl da ku rûyê xwe nexweş nîşan bidim. Min rûyê xwe guhertibû. Gelekî pê diêşiyam, lê eger ez bibira û zarokên min ji min qut bikira wê ev yek li min girantir bûya. Lewma amade bûm ku ji bo ev nebe her êşê bikişînim.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA